Piştî belavbûna pêla boykotkirina malê Tirkî, niha jî Rêveberiya Giştî ya Medya, Çap û Belavkirinê ya Hewlêrê daxwaz ji tevahiya kanalên televîzyonê yên li parêzgeha Hewlêrê kir da ku wan film û rêzefilmên dublajkirî yên “li dijî kultura kurdewarî ne” sînordar bikin û neweşînin.
Rêveberiyê bi derxistina vê fermannameyê ev daxwaza xwe gihand kanalan. Ev rêveberiya ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê, di fermannameyê de dibêje, li ser daxwaza Wezareta Ewqafê ev fermanname hatiye dayîn.
Li gorî agahiyan, Wezareta Ewqafê roja 15 Îlona îsal daxwazek wisa pêşkêşî Rêveberiya Giştî ya Medya, Çap û Belavkirinê ya Hewlêrê û parêzgehên din yên Kurdistanê kiribû.
Axir di fermannameyê de navê rêzefilmên Tirkî nehatibe hildan jî, reêzefilmên dublajkirî yên li Kurdistanê herî zêde yên Tirkî ne û fermanname jî li dijî wan hatiye derxistin.
HEWLÊR