Bûyer di maça Amedspor û Medipol Başakşehir de qewimiye. Di destpêkê maçê de gava ku marş a netewî ya Tirkiyê tê xwendin ciwanek fîtikek lêxistiye, çend ciwan jî tev lê bûne û gengeşiyek çêbûye. Bi vî hawî nav bûye ku “Ciwanên Kurd ji marş a milî yê Tirkiyê re rêz negirtine, bêhurmetî nîşan dane, ango hurmetkâr nêz nebûne.” Ev jî ne tiştek e... Piştî vê bûyerê çend tişt jî bar bûye ser û bi vî hawî Kurd sûcdar bûne, îja hin kes gotiye “ji artêşê Tirkan re çêr hatine gotin”, hin kes gotiye wê de, hin kes gotiye vir de...

Wir de û vir de maç bi 90 deqîqe şunde xelas bûye, lê hakem a maçê bi awayekî dem direj kiriye, 5 deqîqe şunde Başakşehîr golek avêtiye û xwedî wê golê jî Semih Şentürk, silava leşkeriyê daye. Çawa kiriye? Berê xwe daye hêla Amedsporiyan, wisa silav daye... Ji ber çi?.. li gor nêrîna wî “ji ber ku Amedsporiyan leşker hezn akin”, ew jî xwestiye wan biqehirîne...

Baş e... Gelek baş... Lê malmîratno!.. Ne carek ne du car, ne maçek ne çend maç, ne li Amedê ne ciheke din, ne salek ne deh sal, va sed sale ku hûn ji hemû nirxên Kurdan re çêran diqîrin. Ew jî çi? Hemû nirx, bawerî, hemû berhemên çand û huner a Kurdan re bêrêz in. Ji leşkerên Kurdan re dibên “terorîst” Kuştiyên wan jî ji bo we xetere ye, di bin lingên xwe de dihinciqînin, laşên wan belav belavî dikin, bend diavêjin stuyê wan û di pişta siwareyan de kaş dikin, hema li ku werin dîtin lêdana wan kuştina wan helal e ji bo we; ger sax werin dîtin mirî baş e, ger mirî werin dîtin ezîyetkirina bedena wan sedema îftixarê ye ji bo we. Marşa Kurdan, ji 1924 vir ve qedexe ye û heta îro jî hema yek Kurdek marş a milî ya Kurdan bixwîne ew dibe fermana cezadan a wî kesî. Marşa netewî jî ji alî kî, yek Kurdek bi zimanê xwe ve hema klamek bêje, stranek bixwîne, gava ev çalakî bêdestûr be, di wê çirkê de dibe sedema cezadayînê. Hey malmîratno! Gelo evana hemû ne rast e? 

Bi çi awayî dibe bila bibe, êşa Kurdan ji bo we dibe sedema pîrozbahiyê. 36 zarokên Kurd bi bombebaraniyê ve tên kuştin, hûn ji kêf û zewqa xwe naterikînin, yek rojek be jî ji coş û cejna xwe paş ve nasekinin. Gava mesela kuştina Kurd be, çi qetlîam, çi komkujî, çi kujertiyeke kesane, çi êşkence ferx nîn e, bi tu awayî nabe hinceta darizandin û dadmendiyê û di wîjdana yek kesekî de jî ev mesele nabe mesele jî.

Malmîratno, îro Kurd li kolanan, li kuçeyan, li malen xwe, di nav odên xwe tên kuştin, tilî ya we li şûna xwe nalive, îja Kurd çawa rêj bigire li ser nirxên we. Di nav van şert û mercan de, ger Kurdek ji bo rêzgirtina sembolên dewlet a Tirk pêşniyarek bîne ber gelê Kurd, an Kurd rexne bike, an xwastiyekek e bi vî hawî bilev bike, baş bizanibin ku ew kes ji faşîzmê re silav dide. Çi ku êdî Kurd heta qirikê xwe ji rêzê re têr e...