Pirtûka pêşî ya rêzimana Kurdî ya bi Japonî, ji Weşanxaneya Nûbiharê derket. Pirtûka Rêzimana Kurdî ya bi Japonî ji 225 rûpelan pêk tê û ligel mijarên rêziman, beşa ferhengê jî tê de heye.

Mamosteyê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê, Vakkas Çolak ku beriya niha hevalê me Mûrat Mang pê re hevpeyvînek weşandibû, ji xwe mizgîniya vê pirtûkê dabû. Wî got, wî pirtûka Rêzimana Kurdî ligel Prof. Dr. Abdurrahman Gulbeyaz û lêkolerê Japon, Takenori Murakami amade kiriye.

Vakkas Çolak got, di pirtûkê de ji mijarên asta destpêkê û ya navîn bi giştî 20 ders/mijar hene.  Çolak da zanîn ku di pirtûkê de wan cih daye bikaranîna peywan li cihên cuda û herwiha cih daye peyvên li gorî herêman diguherin.

Pirtûk ji du beşên sereke pêk tê, di beşa yekê de behsa rêzimana Kurdî dike û di beşa diduyê de jî ferhenga Kurdî-Japonî heye ku zêdeyî 2 hezar peyvan dihewîne.

 

NAVENDA NÛÇEYAN