Li Xalfetî komek ciwan çûn serdana gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Namzedên BDP'yî yên Hevserokên Şaredariya Sêwregê Metîn Ozbadem û Sevînç Îzol Ozîpek, li herêma Karacadag ku çûn serdana gundên Qeregeçî rastî eleqeyeke zêde hatin, li gundê Revşelî jî ji aliyê rûspiyên gund ve bi dahol û zurnayan hatin pêşwazîkirin. Ciwanan mohra xwe li xebatên namzedên Hevserokên Şaredariya Xelfetî dan.
Ciwan çûn mala Ocalan
Ciwanên BDP'yî yên li ber gundê Erah hatin gel hev û ber bi gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi maşîneyan ketin rê û li ber mala xwîşka Ocalan daketin. Ciwan ji wir jî bi dirûşmayan ber bi mala ku Ocalan hatiye dinyayê daketin. Ciwan, di vegerê de di ketina Xelfetî de ji maşîneyan daketin û dema xwestin bi meş biçin heta buroya hilbijartinê rastî astengiya polîsan hatin. Tevî vê jî ciwan heya buroya hilbijartinê meşiyan.
Gul li jinan belavkirin
Namzedên Hevserokên Şaredariya Bozova Zeynel Taş û Fatma Dogan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana gundan. Piştî serdana gundan namzeda Hevseroka Şaredariya Bozova Fatma Dogan çû serdana malên navçeyê û bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê qerenfîl da jinan. Paşê Dogan bi jinên BDP'yî re çûn Posteya Bozova û ji jinên girtî kart şandin.
Gel bi hêvî ye
Li navçeya Karakopru ya Riha malbata Demîr bi merasîmeke li buroya hilbijartinê tevlî BDP'ê bûn.
Namzedên Hevserokên Şaredariya Karakopru Gulay Koca Ozturkoglu û Serhat Erdem, paşê bi muxtarên gundên herêma Mersavî û Şêxan hatin gel hev.
DÎHA/RIHA