Sazî û dezgehên Rojava salvegera Berxwedana Kobanê bi daxuyaniyan bi bîr anîn û diyar kirin ku bi berdalên giran Kobanê azad bû û tu car cangoriyên vê berxwedanê jibîr nakin. 

Kordînasyona Giştî ya hersê kantonên Rojava (Kobanê, Cizîrê û Efrîn) di yekemîn salvegera berxwedana Kobanê de malavahiya hemû aliyan kir ku piştgiriya vê berxwedanê kirine.

Daxuyaniya Kordînasyona Giştî ya hersê kantonan de hat gotin ku berxwedêrên Kobanê destanên lehengiyê nivîsandin û di parastina xak û namûsa welatê xwe de ji her kesî re bûn mînak. Kordînasyonê got, vê yekê kir ku cîhan berxwedana Kobanê nas bike û destê alîkariyê dirêj bike.

Kordînasyonê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Em wekî Kordînasyona Giştî ya serokatiya Meclîsên Rêveber ên hersê kantonên Rojava tekoşîna şervanên YPG û YPJ’ê ya li hemberî êrîşên çeteyan silav dikin. Her wiha em malavahiya hemû aliyan dikin ku piştevaniya vê berxwedanê kirin heta 26’ê Kanûna 2014’an ku Kobanê bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin."


Kobanê bû sembola berxwedanê

Hevserokatiya Kantona Cizîrê jî bi haman rasthatinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û serekftinên Kobanê li hemû gelên herêmê pîroz kir û bang li civaka navnetewî kir ku ji bo avakirina Kobanê tevbegirin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Kantona Cizîrê wiha ye: “Li Kobanê şervanên YPG/YPJ mal bi mal, kolan bi kolan berxwedanek bêhempa kirin, ew berxwedana dîrokî ya efsaneyî ku di çalakiya kesayeta fedekar û tekoşer Arîn Mîrkan de teşe girt. Çalakiya Arîn Mîrkan bala hemû cîhanê kişand ser xwe û bawerî û berxwedana tê meşandin hate destnîşankirin.

Berxwedana Kobanê bû sembola azadî, fedekarî û berxwedanê ya gelê herêmê ku bi vîna azad hate destnîşan kirin. Wêraniya di Kobanê de pêk hat dê bibe sembola berxwedan û di bîranên hemû nifşan de bimîne.”


Ciwanên Bakur ber bi Kobanê ve herikîn

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê jî diyar kir ku berxwedana Kobanê bû sembola yekîtiya niştîmanî ya Kurdistanê û got: “Îro rihê berxwedana Kobanê li Cizîra Botan û herêmên dîtir ên Bakurê Kurdistanê heye.”

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi qehremaniya Arîn Mîrkan û rêhevalên wê kir û got: "Em berxwedêrên leheng ên bi navê tevahî mirovahiyê destanên lehengiyê nivîsandin û serkeftinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistin, silav dikin.

Kobanê bû sembola yekîtiya niştîmaniya Kurdistanê û bi vê yeke bi taybet piştî ragihandina seferberiya giştî bi hezaran ciwanên Kurdistanê beşdarî berxwedana Kobanê bûn. Bi yekbûna rihê berxwedanê ya gelê me yê Bakur bi berxwedana Kobanê re bû sekneke dîrokî. 

Îro rihê berxwedana Kobanê li Cizîra Botan û herêmên din yên bakurê Kurdistanê tê dîtin. Hişmendiya ku hewl dide hebûna gelê Kurd înkar bike, roj bi roj têk diçe."


15'ê Îlon 2014 çi qewimî

Di 15'ê Îlona 2014´an de bi destekdayîna dewleta Tirk çeteyên DAIŞ'ê bi tank û topan êrîşî Kobanê kir. Şervanên YPG/YPJ´ê şerê kolanan bi çeteyên Kobanê re kirin û bi berdelên giran hêzê çeteyan li Kobanê şikandin û kirin ku ew birevin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN