Ev demeke dirêj bû me we nedidît. . Xêro Abbas li ku bû?

Ya rast ez nedûr bûm. Dibe ku ji bo hinek kesan wisa bê dîtin, bes ne wisa ye. Ez her bi gelê xwe re bûm, di nav civakê de bûm û min dişopand. Lê ji aliyekî ve hûn mafdar in, ez ne li pêşiya gelê xwe bûm. Ev jî bi hinek pirsgirêkan ve girêdayî bû. Bes jiber ku min gelekî bêriya gelê xwe kir û hew îdare kir, dîsa dixwazim bi gelê xwe re, ji dera ku lê ma yî berdewam bikim. Dûrmayîna min bere neyê wateya ji tekoşînê dûr ket û naxwazim ku tu kes bi vî awayî jî fêm bike. Beyî ez li encamên ku derbikevin bifikirim û sekneke politîk nîşan bidim; li hember rasthatina hinek pirsên ku min bersivandin, min rê ji hinek encamên ku nêhta min derbas bikê re vekir. Jiber di polîtîkayê de têra xwe ne kûr bûm, bi hinek nirxandinên ku min kirî jî, min kesên li dora xwe û gelê xwe xemgîn kir.  Ez qet naxwazim tiştên ku gelê me xemgîn bike bikim.  Di serî de min zerar da xwe û piştre jî da gelê xwe. Lê di encamê de ya girîng ew e ku, mirov xeteya xwe fêm kiribe. Bi vê ve girêdayî ez rexnedayîna xwe didim û ji gelê xwe lêborînê dixwazim. Xero Abbas ne ji gelê xwe, ne ji tevgera xwe û  ne jî ji nirxê xwe dûr ket û ne jî wê dûr bikeve. 


Dûrketina hunermend ji gelê ku wî afirand bikeve ciqasî rast e?

Bêguman nerast e lê berî wê dixwazim vê jî bibêjim; hûn dizanin, kesên hunermend gelekî hestiyar in, naîf, dilzîz û zû dişkin an ku dilê wan dimîne. Xetaya min a herî mezin bû ew ku min xwe ji gelê xwe razber kir û heya vê demê sekinîm. Diva bû min ev ji zû de bikira. Hewqas dem min hesreta gelê xwe kişand, her wiha gelê me jî wisa. 


Ji wê demê ve di aliyê musikî de we çi kir?

Beriya niha bi 8-9 mehan min berhemeke bi navê „Tu“ derxist. Berhem yek dimilî, yek soranî û 9 jî kurmancî, ji 11 sitrana pêk tê.   Her wiha  min berhemeke ji 'Best Of'ê jî çê kir, ew jî niha di qonaxa aranjê de ye. 


Hûn di wan deman de çûn Kurdistanê? 

Ez him çûm başûr û him jî bakurê Kurdistanê. Li her dera ku ez lê jî bûm, min him tevgera xwe parast û him jî li pişt sekinîm. Jiber ku tevgera azadî  him hunera min û jim jî bi nasnameya min a hunermendî ez heyî kirim. Di bernameya televizyaneke başûrê Kurdistanê de li ser vê mijarê axaftineke balkêş çê bû. Min bahsa dema Hunerkomê, zehmetiyên wê demê û ez çawa bûm hunermend dikir. Pêşkêşvan jî bi axaftina min  ve girêdayî ev ji min pirsî: “ Tu dixwazê bibêjê ku PKK tu kirî hunermend?” Min jî jê re got“ Belê rast e, PKK'ê ez kirim Hunermend û ev jî şanaziye ji bo min”.  


Hestên we di derbarê Şoreşa Rojava  û serkeftina Kobanê de çi ne?

Dirêjtirî 4 mehaye berxwedaneke bêhempa heye. Gelek cangorî me dan axê, gelê me koçber bû, malên wan tarûmar bûn lê gelên dinyayê vîn û hêza gelê Kurd dît. Ev hêz bi zanebûn, bi paradigmayeke zanistî çê bû. Ev xwebixwe parastin, serîhildana qêrîna gelekî ku bi salane tune têne hesibandin û têne perçiqandin bu.  Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê sekna, feylesofî û mirovahiya Kurd nîşanî dost û dijminan kir û ev bi hemû gelê cîhanê da peyitandin. Terorist kî ne raxiste ber şave gelê dinyayê. Û ya herî girîng jî, tişta ku mirov hesreta wê dikişand û bi dîtina wê hestiyar bû; ew yekîtî û hevgirtina Kurda li Kobanê ku derketî hole bû. Hevgirtina Gerîlayan (YPG-YPJ) û Pêşmergan bu peyamek ji hemû cîhanê re. Û bu hevî ji bo her çar parçê Kurdistan.  Êdî tu hêz nikarin li hember Kurda bisekinin. Kevir di cihê xwe de runiştin, bingeh hat avêtin, dema moralê ye niha. Ev jî erka gelê me û me hunermenda ye. Bi awayekî seferberiyê, çi ji destê me were pêwiste em bikin. 

 

Derfetê we û çuyîna Rojavayê çê bû?

Mixabin çênebû. Bes di demeke nêz de yek armanc û plana min ew e ku ez biçim wir. Him ji bo moralê xwe bilind bigrim û him jî moral bidim gelê me û hevalan. Vê jî bi konserên ku ez  bidim, an ku bi xebat û alîkariyên din, hema bi çi awayî be an ku çi ji min bê xwestin dixwazim ve bikim. Armanca min bi gelê me re bi hev re, pişt li pişt hev mîna beriya niha bê çawa bû, heya serfiraziyê jî vê tekosînê berdewam bikim. Bêguman ev ne tenê ji bo Rojava, ez vê ji bo her qada tekoşînê dibêjim.  Hêvî dikim ku ew hezkirin, rih û zanebûna yekîtî û tifaqa ku li Kobanê hat nîşandan an ku derkete holê, di nav hunermend û hunara Kurd de jî bê avakirin. 


EVÎN AKSOY/AACHEN