Li cîhanê yek ji defjenên herî navdar ê Kurd Huseyin Zahawî ye. Zahawî bi hunera xwe dewlemendiya bingeha muzîka Kurdî derdixe der û her bi pêş ve dibe, di qada navneteweyî, platform û akademiyê de pêşengtiya danasîna hunera Kurdî dike. Zahawî gelek caran li ser dikê bi defa destê xwe re ku ji lêdanê dilerizedibe yek û mirov nikare tevgerên wî û rîtma defê ji hev derîne. Weke derwêşên di zikir de bikevin halê transê, ji xwe diçe û diricife. Zahawî dibêje; def amûreke dînamîk e, ji ber wê hesta ji hundirê mirova tê û dikeve ser defê. Dema ez li defê dixim bi wê re dibim yek. Zahawî di biwara siyasetê de jî dibêje, ‘ez ji siyasetê hez nakim, siyaset ji bo siyasetmedaran e huner jî bo hunermendan.’

Bê ders lê bi mamoste

Zahawî bêyî ku kesek dersê bidiyê  fêrî lêdana defê dibe. Lê belê helbet gelek defjenên cûr bi cûr tesîra xwe li wî kirine. Bi taybetî jî ew behsa mamoste Bijanê Kamkar dike ku bandorek mezin li wî kiriye. Bijana Kamkar tesîr li şêwaza defjeniya wî jî kiriye.
Li gorî Zahawî miletên li dinyayê bi amûrên xwe yên teybet hene. Ew bi bîr dixe ku di muzîka Kurdî de şêweya lêdanê ya defê xweser e û amûr jî her wiha resen e. Ew dibêje ev amûr li cem miletekî din nîne û weke mînak behsa defa di nav ereban de dike: "def di nav Ereban de jî  heye lê defa wan li gorî ya me gelekî cihê ye. Mîmariya wê cihê ye, lêdana wê cihê ye. Di nav Kurdan de defê (bi rengê xwe yê îro) bi feqî û dewrêşan destpêkiriye. Zuhawî defê weke amûra herî balkêş û resen a di nav Kurdan de bi nav dike. Def li hemû parçeyên Kurdistanê tê lêdan. 

Bajarê defê Sine

Li seranserê Kurdistanê di lêxistina defê de herçî şêwaz e, cihêtiyeke darîçav nîne. Lê belê Zahawî cihê Sinê cihê dinirxîne di defjeniyê de. Li gorî wî bi giştî Rojhilatê Kurdistanê û nexasim jî Sine di lêdana defê de serketî ne, û vê jî rave dike bi dîroka dûr û dirêj a terîqetan. Sine yek ji navendên terîqeta Qadirî ye. Di heman demê de Sine û Ostanê Kordistan navenda baweriya Ehl-î Heq e.
Huseyîn Zahawî xwe kerr nake li cihê defê di jiyana terîqet û sofiyan de. Lewma di nava sofiyan de def û bi navê xwe yîn din ê belav erbane amûreke pîroz e. Di merasîm û ayînan de bi roleke berbiçav radibe. Zahawî bi girîngî îşaret bi kevnarbûna vê adetê jî dike û dibêje, "girîngbûna wê ne karê salek û du salan e, nêzikî hezar salan ev wiha ye. Kurdên me yên Îranê li ser felsefeya defê di ser 50 pirtûkî re berhem nivisîne."
Gelek projeyên Huseyîn Zahawî hene ji bo siberojê lê ya ku ew herî dawî qala wê dike ew e ku ew karibe careke din were Diyarbekirê. n NAVENDA NÛÇEYAN

Def û mirov


Yek ji amûrên sereke yên ku Kurd weke kevneşopiya xwe dibînin def e. Di qada civakî ya Kurdan de def xwedî cihekî grîng e. Def amûra ahenga şahiya civatan û dengê zikir û sermestiyê ye. Di wan deman de ku Kurd hîna bi modernîzma hevdem têkildar nebûbûn, di germa havînan de derwêş gund bi gund digeriyan û bi efsûneke veşartî tiliyên xwe yên ku ji defjenînê şareza bûne, li gilovera ku di nav destên wan de diçû dihat dixistin. Ahenga dengê def û qesîdeyên derwêşan nîşaneyên newayên kurahiya dîrokê bûn.
Def bi navê xwe yê din ê belav erbane, amûra ku di nav KUrdan de herî belav e. Roja me ya îro, nexasim jî li bakurê Kurdistanê ji bilî performansên mûzîkê û zikirên derwêşan veguherî amûreke performansên xwepêşandanan jî. Dirûşmên weke "jin jiyan azadî", meş û şahiyên Newrozê bêyî defê êdî nayîn bîra ti kesî. Def di heman demê de yek ji amûrên muzîkê yîn herî kevnar ên dinyayê û li çiyayên Kurdistanê jî li mal e.

Huseyîn Zahawî kî ye?

Ew bi eslê xwe ji bajarê Xaneqînê ye. Qederê 25 salan e li Londonê dimîne û ev 20 sal in jî bi karên hunerî dadikeve. Tevî gelek hunermendan bi profesyonelî karê muzîkê û lêxistina amûra defê dike. Hunermendên ew bi wan re kar dike ji çar parçeyên Kurdistanê ne û hin jê jî hunermendên alemî ne. Di festîvalên Emerîka, Ewropa, Kore û bi dehan welatên din de ew bi hev re dixebitin. Wî di projeya Trio Mara de jî cîh girt. Ew dibêje, tecrûbeyeke baş bû ku ew bi sê xanimên Kurd yên ji Bakurê Kurdistanê û Ermenistanê re xebitiye.