Şahidan got, hê jî êşa wan weke berê ye, cenazeyê 32 kesan hê li hêrema eskerî ne. Çend şahidên bûyerê der barê qetlîama ku li ber çavê wan qewimî ji DÎHA’yê re axivîn. 


Di vê komkujiyê bavê Teymur Ozay, Sultan û mamê wî Findî Ozay hatin qetilkirin û mamê wî Îbrahîm Ozay jî birîndar filîtî. Dema komkujî çêbû, Teymur Ozay 14 salî bû û tevî ku îro bi nav salan de çûye bûyer baş tê bîra wî.

Ozay got, eskeran mezin û zarokên wan yên li gundên derdoran girtin û wiha peyivî: “ji wan 33 kesan yek jî jê bavê min e. Em 6 xwîşk û bira ne. Eskeran bi ser mala me de girt. Li pişt ve, destê bavê min kelepçe kirin û birin.” Ozay da zanîn ku 33 kes, 20 rojan di gomekê de tên girtin û wiha axivî: “me agahî ji xizmên xwe nedigirtin. 20 rojan li gomê tî û birçî hatibûn hiştin. Lê piştre ji bo çavê milet bitirsînin destê hinekan bi pişt ve, destên hinekan jî bi hev ve girê didan û digerandin.” Ozay got, dema 33 gundî birine Newala Sefo li wir êşkence li wan kirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: „di rê de eskeran bi qamçiyê li bavê min û li yên din dixist, derdiketin ser pişta wan û wisa diçûn. Yên ku bûyer dîtibûn, nikaribûn biaxiviyana û şaşo-maşo dibûn û nizanîbûn dê bi kîjan alî biçin. Dema 33 kes ji bo kuştinê birin kesekî nikaribû dengê xwe bike. Wekî ku agir ji asîmanan bibare. Her kes ditirsiya û ketibû tirsa canê xwe. Carinan em difikîrin ku ew ne insan in. Ji ber ku insan tiştekî wiha nakin.”



Cenaze hêj li qada leşkerî ne


Ozay bi bîr xist ku hê jî cenazeyên xwe li Newala Sefo negirtine, devera komkujî lê pêkhatiye devereke eskerî ye. Ozay herî dawî dema bavê wî ji malê derxistine ew dîtiye, çavê bavê wî bi hêsir bûne û ji bo esker nebînin ew jî weşartî digiriyan. Ozay got, piştî komkujiyê jiyana wan weke berê nebû û wiha peyivî: “Rewşa me ya aborî baş bû. Piştî bavê min, tiştên di destê me de jî çûn. Hemû birayên min biçûk bûn. Ez neçar mam, abora malbatê bikim. Lê ti tişt cihê bav nagire. Me bi şev xewnereşk didîtin.“



‘Ev çawa edalet e?’


Ozay diyar kir ku bi tenê apê wî ji komkujiyê filitiye, dema behsa wan rojan kir, hêsir ji çavê wî hatin xwarê û wiha axivî: „apê min di bin cenazeyan de ma. Birîndar bûbû û demekê wisa ma. Piştre çû Îranê û derman bû. Me pirr dixwest em wî bibînin. Lê wî nikaribû werê Tirkiyeyê. Derûniya wî xirab bûbû û ji jiyanê qut bûbû. Ji ber ku nemiribû lenet dibarand. Ji ber tiştê ku hatiye serê wî êş kişand û piştî çend salan mir.” Ozay da zanîn ku bi salan e zilm li wan tê kirin û wiha peyivî: “bi salan e ev xemgînî û derd min goştê laşên min dihelînin. Me bi tenê doza cenazeyê xwe kir. Ev yek jî layiqî me nedîtin. Cenazeyên me hêj bêgor û bêxwedî ne. Ev edaleteke çawa ye?” 



Ji 16 salî heta 80 salî


Welatiyê bi navê Ado Kutpinar (85), şahidiya komkujiyê kiriye û diyar kir ku di nav kesên hatine qetilkirin de zarokekî 16 salî û kesekî 80 salî hebûne û dema gundî birine Newala Sefo ji eskeran re gotine: „em misilman in, çima me dikujin. Îro în e. Destê me vekin û em nimêja xwe bikin.” Lê esker destê wan venakin û gule li ser 33 kesan dibarînin. Mustafa Muglali der barê 33 kesan rapor amade dike, dibêje ev kes li ser sînor di şerê bi eşqiyayan de hatine kuştin, heta serdema Adnan Menderes, bûyer wiha dimîne û piştî 6 salan doz li Mustafa Muglali tê vekirin, cezayê îdamê lê tî birrîn îcar jî bi îdiaya ‘derûniya wî nebaş e’ cezayê wî kêm dikin.

‘Dema ez li rê dinêrim, 33 kes tên ber çavê min’

Dema komkujî pêk tê, Kutpinar 14 salî bûye, serê sibê eskeran li ser hêstiran çekên giran bar kirine, di pêşiya mala wan re derbas bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: „piştî demeke dirêj, 33 kesên ku di nav wan de zarok û pîremêr jî hene, destê wan ji pişt ve hatibûn girêdan, dora wan 42 esker rêz bûbûn û di pişt mala me re derbas bûn. Di çavê wan de tirs û fikar hebûn. Wekî ku alîkariyê ji me bixwazin li me dinihêrîn, lê nedihiştin ne em bi wan re biaxivin û ne jî ew bi me re biaxivin. Heta ew li pişt gir winda bûn me li wan nihêrî. Hê jî dema ez li rê dinêrim, awirên 33 kesan tên ber çavê min, kûr û dirêj bi aliyê ku ew pêde çûn, mêze dikim.”

‘Eskerên Îsmet birînên xedar vekirin‘

Kutpinar bilêv kir ku bi salane êşa ku cenazeyê wan nadin wan, di dilê wan de ye û ji ber ku kurd bûn hatine qetilkirin, ew jî bi tesadufî ji qetlîamê xilas bûye û wiha peyivî: “ez wê demê li ber pez bûm. eskeran li min nihêrî, min li eskeran nihêrî. Min fêm nekir, çima ez nebirim, jixwe ez matmayî mabûm û min li wan  kesên ku dibirin mêze dikir. Dixwestin xelkê herêmê çavtirsandî bikin. Di destê wan de lîsteya komkujiyê ya 505 kesan hebû. Wê şevê 33 kes binçav kirin.” Kutpinar got, dewletê her tim mirov qetil dikirin, li Bêgirê 9, li navenda Qerqeliyê jî 3 kes hatine qetilkirin û wiha got: “Dem bi dem komkujiyên wiha pêkdihatin. Lê ti kesî nedianî ziman. Eskerên Îsmet birînên xedar ku em ji bîr nekin, vekirin. Nifşên piştî me jî bi heman trawmayê re rûbirû ne. Dibe ku em şahidên herî dawî yê komkujiyê bin, lê hem xweda û hem jî dîrok wê hesabê vê bipirse.”

Birîna 33 guleyan

Li navçeya Wanê Qerqeliyê, 30’ê tîrmeha 1943’an li ser sînorê Îranê, bi fermana fermandarê Artêşa 3’yemîn a Tirk Orgeneral Mustafa Muglali, 33 gundî hatin gulebarankirin û qetilkirin. Bi hinceta ku eşîrên kurd yên li aliyê sînor yê din, sînor binpê dikin, çeteyên dewletê pezê welatiyan zan desteser dikirin, yan jî beşek ji xwe re dibirin, li ser vê yekê alozî derdiket. Piştî ku 2 hezar pezê giregirê eşîreke li aliyê Îranê, Mihemedê Misto hat desteserkirin alozî zêdetir bû. Ji bo pezê ku hatiye desteserkirin paş ve bidin, eşîrê ji Qaymeqamiya Qerqeliyê re name nivîsand, piştî ku bersiva neyînî hat dayîn, endamên eşîrê sînor derbas kirin, 500 pezên xwe birin û sînor derbas kirin. Dewletê xwest tola vê hilîne, wê demê Orgeneral Mustafa Muglali li hember dagirkeriya Rûsyayê şandibûn Wanê û Muglali 33 gundî girtin.
Mufetişê Wezareta Karê Hundir Avnî Dogan bi gundiyan re hevdîtinê pêk tîne û fêm dike ku sûcê gundiyan nîne. Lê Muglali li ser gotinên rayedar û eskerên herêmî yên digotin ‘ev gundî der barê artêşa me de agahiyê didin Rûsan û sîxuriyê dikin’, guh neda mifetiş, 30’ê tîrmeha 1943’an nivê şevê girtiyan ji girtîgehê derdixin û dibin teslîmî fermandariya sînor dikin. Destê wan girê didin, gulebaran dikin û 32 kes li wir tên qetilkirin, kesek jî di bin cenazeyan de dimîne û birîndar difilite. Lê ew kes jî diçe Îranê û piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest dide. 

Mustafa Muglali di sala 1949’an de hat darizandin, pêşî cezayê muebetê lê tê birrîn û piştre ev ceza vediguhere cezayê 20 sal girtîgehê. Piştî dehan salan, di sala 2004’an de wekî ku henekên xwe li gelê Qerqeliyê bikin, navê Mustafa Muglali li qijleyeke eskerî kirin. Li ser nerazîbûna welatiyan navê qijleyê sala 2011’an hat guhertin. Di ser komkujiyê re 71 sal derbas bûn, lê hê jî cenazeyê 32 kesan li Newala Sefo ya li herêma eskerî nehatine derxistin.



HULYA EMEÇ
/DIHA/WAN