
Welatiyekî Brîtanyayê yê bi navê Amir Taki di dema Berxwedana Kobanê de berê xwe dabû Rojava û li wir li dijî çeteyên DAIŞ´ê şer kiribû. Taki ew kes e ku pêşengê bernameçêkerên înternetê bû ku di bipêşxistina pereyê dîjîtal ê online ê alternatîf Bitcoinê de. Kovara Forbes ji bo wî digot, ew ê bibe milyarderekî siberojê.
Ew dibêje, dema ku li rojava şoreşeke bi rastî a civakî pêk tê, nedibû ku ew bi tenê lê binihêre. Tali yê ji Channel 4 a Brîtanî re peyivî, li ser pirsa ka li şûna ew bibe milyarder çima ew li cihekî xizanan niha dimîne jî dibêje, „ey berê jixwe bûbûm milyonerek, ev ne muhim e. Ez anarşît bûm, û heger min li vê şoreşê tenê temaşe bikira û neçûna nav refên wê, ev ê bibûya riyakarî".
Di nûçeyê de wekî bal tê kişandinî ser wê yekê ku piştî vegera wî, ew ketiye ber lêpirsîna polîsên brîtanî. Di nûçeyê de behsa Înternasyonalîstên ji Brîtanyayê yên hîna li Rojava ne jî tê kirin.
LONDON