YEKO ARDIL / BERLÎN
Siyasetvanê Kurd û perwerdekar Riza Baran li paytexta Elmanyayê Berlînê wefat kir.
Baran ê 78 salî ku ev demeke dirêj e, li dijî nexweşiyê li ber xwe dida, 4ʼê Gulanê li nexweşxaneya dihat dermankirin destê sibê çavên xwe li jiyanê girtin.
Riza Baran 1ʼê Adara 1942´an li bajarê Kirşehîrê yê Tirkiyê hat dinê û ji sala 1963ʼan ve li Berlînê dima.
Ji ciwaniya xwe ve di nava gelek sazî û dezgehên Kurd û Tirkiyê de cih girt.
Salên dûrûdirêj di nava xebatên Sendîka Zanist û Perwerdê GEWʼê de cih girt, di navbera salên 1991-95´an de ji bo endametiya meclîsa şaredariya Kreuzbergê, paşê jî 1995an bi dengekî zêde ji lîsteya Partiya Keskan ket Meclîsa Eyaleta Berlînê. Di serî de Kurd, ew ji bo mafên koçberan dixebitî. Di heman demê de endamê KNKʼê bû û yekem biyanî bû ji parlementa eyaleta Berlînê re serokatî dikir. Sala 2019´an ji ber xizmetên xwe ji aliyê Rêveberiya Eyaleta Berlînê hêjayî xelatê hat dîtin.
Kurdistanî û dostên xwe bi wefata Riza Baran xemgîn bûn. Navenda Civaka Kurdistaniyên Azad ên li Berlînê NCKAʼyê jî peyameke sersaxiyê weşand û got, me Kurdan dîplomat, burokrat û siyasetvanekî xwe yê hêja ji dest da.
Riza Baran wê li ser wesiyeta xwe li Berlînê were definkirin.