DIYAR EHMO / RIZGAR DENÎZ/ ANHA / DÊRA ZORÊ


Jina bi nave Rojbîna Dêra Zorê a 25 salî di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat rizgarkirin. Piştî ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin, biryar da bibe hêza rizgarkirina jin û zarokên Dêra Zorê yên di çembera çeteyan de asê mane û li ser vî esasî tevlî nav refên Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê bû. Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê di çarçoveya Pêngava “Bagera Cizîrê” ya rizgarkirina herêma Cizîrê û gundewarê Dêra Zorê yên rojhilatê çemê Firatê de, bi sedan sivîl rizgar kirin. Di nava kesên rizgarkirî de jina bi nave Rojbîn Dêra Zor jî hebû.


Rêya azadiyê QSD ye

Rojbîn ji gundewarên bakurê Dêra Zorê ye, û dema qehremaniya QSD´ê dît, û nexasim şervanên QSD´ê ew rizgar kirin, xwest ku ew jî bibe yek ji şervanên azadiyê û alîkariya şêniyên Dêra Zorê û nexasim jinên di destê çeteyan de bike. Fermandariya Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê daxwaza Rojbîn erê kir.

Şervana Meclîsê, Rojbîn ji bo armanca tevlîbûna xwe got, armanca wê ew e ku herêma xwe û hemû jinên Dêra Zorê ji DAIŞ’ê rizgar bike.

Rojbîn Dêra Zor bang li hemû jinên herêma xwe kir da ku tevlî Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê bibin û got, tenê bi tevlîbûna nava refên vê hêzê riya wan a azadiyê heye.