
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş ku 12’ê Cotmeha 2017’an li Dêrazorê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bûbû û ji wê rojê ve li nexweşxaneyê tedawî dibû di 18’ê Kanûnê de şehîd bû.
Gava çeteyên DAIŞ’ê di 12’ê Mijdara 2017’an de li herêma Dêrazorê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anîn, rojnamevan Rizgar Adanmiş jî li cihê bûyerê bûye. Di vê êrîşa terorîstane de, Nûçegihana ANHA’yê Dilîşan Îbiş gihişte şahdetê, nûçegihanên ANHA’yê Hogir Mihemed û Rizgar Adanmiş tevî gelek welatiyên sivîl birîndar bûbûn.
Hogir Mihemed piştî sê rojan ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû, Rizgar jî li nexweşxaneyê dima û dihate dermankirin.
Hat ragihandin ku Rizgar jî di 18’ê kanûna 2017’an de li gel hemû hewldanên doxtoran jî li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû gihişte şehadetê.
ANHA’yê ji malbata hevalê xwe Rizgar Adanmiş re sersaxî xwest û soza şopandina rêya heqîqetê ya hevrêyên xwe da.
NAVENDA NÛÇEYAN