Qadên huner û siyasetê bivê nevê têkildarî liv û tevgerên civakî ne. Bi vê munasebetê li 4’emîn Mîhrîcana Belgefilman a Filmamedê me bi derhênerên belgefilma “Bêhna Dawî” û “Şandevan: Îlhan Samî Çomak” axivîn.

“Bêhna Dawî” bi têmaya xwe li ser bêhuqûqiya li Somayê ye û ya Omer Akbaş e. “Şandevan: Îlhan Samî Çomak”  jî bi têmaya xwe li ser çîroka Îlhan Samî Çomakê ku ev 21 sal e bi awayekî derhuqûqî di zindanê de ye vedibêje û aidî Sertaç Yilidz-Çîgdem Mazlûm e. Hem derbarê belgefilmên wan û hem jî derbarê Mîhrîcana Filmamedê de û kêliyekê be jî barê ku sînemaya belgeyî hildigire ser xwe me sohbetek kir.


Dema mirov bi awayekî kronolojîk li dirokçeya belgefilman/sînemaya belgeyî dinihêre pêrgî serdemên aloziyî tê. Em dibînin ku 4’emîn Mîhrîcana Belgefilman a Filmamedê jî di serdemeke wiha de tê lidarxistin û bi dehan belgefilm lê tên pêşandan. Bi raya we di serdemên bi vî rengî de, belgefilm dikare çi bike û çima belgefilm? 

Sertaç Yildiz-Çîgdem Mazlum: Niha em li Amedê ne, li vî bajarî qedexeya derketina kolanan bi mehan hat ferzkirin, Sûr serobino kirin. Hîn jî li gelek bajaran qedexe û şer didome. Li gel vê, dema meriv li metrepolên wek Stenbol, Enqere û yên din dinihêre hem di warê aborî û hem jî di warê siyasî de daxwaza mafê mirovan bi her awayî rastî dewletê tê û tên binpêkirin. Her wiha dema tu li dadgehan, edaletê dinihêrî darizandinên derhuqûqî, girtin, girtîgeh…yanî welatekî ku lê hemû kesên muxalif tên tepisandin, derdikeve pêşberî me. Îjar li gel van pêkûtî û pêkanînan pêdiviya vegotinê li mirovî peyda dibe û bi raya min mîhrîcan jî ji ber pêdiviyeke bi vî awayî pêk hatiye. Lew li hêleke me şer heye, lê em niha li vir qala “jiyaneke normal dikin” û li hêla din jî em qala bajarekî rûxandî dikin ku li ber deriyê me ye. Îcar di vî warî de lidarxistina mîhrîcanê tiştekî polîtîk e, ji xwe dirûşmeya wê jî bi vî rengî ye. Di vî warî de pêkanîna her tiştî, her gotinê muhim e, li vî welatî ev li hemberî binpêkirina mafan wê raweste. Îjar barekî zêde dikeve ser milê kesên li vir belgefilmê dikin belgefilm. Lew belgefilm veguhastina rasteqîniyê ye. 


‘Berpirsiyariyeke wijdanî ye’

Omer Akbaş: Jixwe bi giştî destpêka belgefilman berpirsiyariyeke wijdanî ye yan jî bi dozîniyî serifandina ked û cehdekê ye. Hemû tişt bi zehmetiyî  tên çêkirin, hemû tiştên muxalif zehmet in. Yanî em di cihokeke zehmet de ne. Di vî warî de ji aliyê Filmamedê ve pêkanîna mîhrîcana belgefilman û dirûşmeya wê yî “Her der berxwedan, her der sînema” di esasê xwe de gelek tiştan vedibêje. Yanî bi raya min ev bi vî awayî ye; hem bi awayekî çandî û hem jî bi awayekî fiîlî Amed rastî ewqas qewimînan hat û li gel vê li hemû hêlên rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê pêvaoyeke rûxandinê pêk tê. Îjar li vir vegotina “Her der berxwedan, her der sînema” ew e ku; çiqas êrîş zêde bibin, dê ewqas jî berxwedan zêde bibe. 


‘Rizgarî jihevfêmkirin e’

Lidarxistina mîhrîcana belgefilman û rewşa Amedê heman tişt e. Yanî ji bo Soma neyê jibîrkirin û nedin jibîrkirin em çawa li ber xwe didin, ev jî bi awayekî derûnî li dijderketina polîtîkaya rûxandina hafizayê ye. Lew, li pêy hevdu ewqas tiştên neçê hatin serê me ku em li xwe heyirîn. Wek Enqere, Pirsûs, Amed… û di van pêvajoyan de her xwestin van pêkûtiyan bi me bidin jibîrkirin. Lê li hemberî van polîtîkayên jibîrkirinê, heke îro li vir li cem gelek belgefilmên din, belgefilma Somayê tê pêşandan; ev nîşaneya wê yekê ye ku bi belgefilmeke din re ber bi cihekî din ve diçe. Di vir de em mecbûr in hev fêm bikin, lew rizgarî jihevfêmkirin e. Di vê çarçoveyê de çêkirina belgefilman û lidarxistina mîhrîcaneke bi vî awayî girîng e. 


Di vê çarçoveyê de dema mirov li belgefilmên we jî dinihêre rastî têmayeke aloziyê tê: ‘Li Tirkiyeyê binpêkirina edalet û huqûqê!’ Di warê mirovî û civakî de amadekirin û çêkirina belgeyekê dikare çiqasî ji heqê buhranê derkeve û buhranên li hemberî hebûnê pûç bike, bibe rêçek? 

Sertaç Yildiz-Çigdem Mazlum: Di roja îroyîn de, ji aliyê dîtbariyê ve hemû tişt rastî binpêkirinê tên. Tiştên ku li vê derê pêk tên, li gelek herêmên Tirkiyeyê di çapemeniyê de xwe nadin der. Mirov nizanin çi qewimiye an jî diqewime. Li vir barê ku dikeve ser milê belgefilmê ew e ku hûn hin tiştan dîtbar bikin, ji bo ku hûn vê bûhranê çareser bikin mecbûriyete weke ‘divê hin tişt bên kirin, bên nîşandan’ xwe li mirovî radipêçe. Divê hûn rastiyê, tiştên bextewar, tiştên jibîrkirî yan jî dane jibîrkirin bi bîra mirovan bixin. Yanî ev peywira belgefilmê ye û hûn ji vir dest bi kar dikin. Mesela belgefilma me, ‘Şandevan: Îlhan Samî Çomak’. Ev 22 sal in ku Îlhan tê darizandin û hîn jî gelek kes wî nas nakin. Bi sedan kesên wek Îlhan hene ku hatine girtin, rastî êşkenceyan hatine, li DGM’yan hatine darizandin, ji ber zabitnameyên çend polîsan rastî cezayê muebetê û dardakirinê hatine. Dema hûn ji cihekî dest bi vêna dikin, a rast hûn bi vê re tiştên ku di çapemenî, têlevîzyonan de nehatine nîşandan, radixînin ber mirovan. Li hemberî aloziyê bi vî awayî têkoşîn dest pê dike. Lew, dema hûn li Tirkiyeyê dinihêrin her tişt herî zêde 2-3’ê rojan di bîra mirovan de dimîne. Di vî warî de, bi belgefilmçêkirinê hûn şibakeya cîhana rasteqîn li ber mirovan vedikin. Û bi vê şibakeyê re hûn dibên; a rast tiştên hûn dibînin ne ratseqînî ye, hinekî jî li vir lê binihêrin. 

Omer Akbaş: Piştî ku li Somayê komkujî pêk hat, 336 roj şûnde doz dest pê kir. Ya ku meriv ji xwe bipirse ev e; di wî 336 rojî de li Somayê çi xwe dan der? Mirov hepsî malê bûn, hêdî hêdî rista jiyanê li wir belawela bû, malbat rûxiyan…ev hemû bi xwe pêvajoyeke sosyo-çandî ye. Îjar me bes kêliya bûyerê û piştî bûyerê nekêşa û nekir belgefilm. Taliya talî li wir pêvajoya rûxandina malbatan heye. Mirovekî ji rêzê bifikirin emegdar an jî kebanî ye. Hevjînê xwe, zarokê xwe winda kiriye. Pêvajoya polîtîkbûyîna van mirovan bêyî manîpulasyon jixweber derdikeve holê. Yanî bêyî manîpulasyon, ez dikarim bibêjim realîteya belgefilmê li vir dest pê dike û hûn tiştên heyî dikêşin. Ne drama û ne jî sêwirandine. Dema hûn dinihêrin mirovên 80 salî dirûşmeyan berz dikin, pankartan vedikin…rewşeke nedîtî ye û a êşbar ew e ku hûn li gel ewqas bobelatan hûn hin tiştan daduqurtînin û kumla xwe dijidînin, dimeşin. Ne hewceyî em li dûrahiyê li hêviyê bigerin. Bi ya min hêvî li wir e, meşa wan bi xwe ye. Yanî bi kurtasî belgefilm ew e ku bi ser wê aloziyê de biçe.


Di jiyanê de belgefilm dikare veguherîneke çawa pêk bîne?

Sertaç Yildiz/Çigdem Mazlum: Dikare gelek tiştan biguherîne. Lê ez pêşî derbarê rabihuriyê de hin tiştan bibêjim. Îro li vê erdnîgariyê problema sereke hevrûbûn e. Yanî problema herî mezin bi sedan salan e dewlet naxwaze bi pêkûtî û pêkanînên xwe re rû bi rû bibe. Dema ji vê hêlê ve meriv lê dinihêre belgefilm çi dike? Mesela belgefilm 1915’an ber bi hevrûbûyîne ve hêl dike. Her çiqas dewlet nexwaze bi vê re rû bi rû jî bimîne, gel bi rastiyê dihese. Heke em berê xwe bidin pêkûtiyên li vir xwe didin der, em dê erka belgefilmê bibînin. Heke hûn çîrokên li vir vebêjin, hûn bo avakirina civakeke nû an jî cihaneke nû piştevaniyê dikin. Yanî li vir, li Sûr, Cizîr, Mêrdînê… bi hezaran çîrok hene. Yên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne, cenazeyên li nêv kuçeyan tên hiştin, mirovên qetilkirî…her yek ji vana çîrokek e û ew çîrok in ku dawiya wan wê qet neyê. Belkî niha em tam erka wê tênegihêjin, lê 20-30 sal şûnde dema em li paş xwe binihêrin em dê bibêjin li vê xakê ev tişt rû dan û bi vê re em dê iştekî nû ava bikin. Di vî warî de meriv dikare bibêje ronahiyek e. Bes ne belgefilm tenê, hemû karên ku dê bi kêrî vê rastiyê bên, muhîm in. 


‘Belgefilma me belkî ji kewarên dîrokê xwe bide der’

Omer Akbaş: Bi îhtimaleke mezin dê wiha bibe; 2-3 sal şûnde dê doza Somayê wê bi dawî bibe. Dibe ku siberojê civak bi vê re rû bi rû bibe. Dema bi vê re rû bi rû bimîne, aha wê çaxê belkî belgefilma me ji kewarên dîrokê xwe bide der. Mirov wê bibêjin, tiştekî wisa hebûye; Yûsûf Yerkel pehîn avêt karkerê madenê, Tayyîp Erdogan şelmaq avêt, filan û bêvan. Ev hemû wê bi awayekî dîrokî bêne zanîn. Belkî bibêjin, li vî welatî ev tişt çawa qewimîne û bi vê re belkî şermînek xwe li wan rapêçe. Yanî erka belgefilmê bes bi îro ve negirêdayî ye. Ez dibêjim, hem bi kêrî dîrokê, hem jî bi kêrî siberojê tê.



RÊDÛR DÎJLE/DÎHA/AMED