Şervanên QSDʹê rojane welatiyên sivîl ên li Reqayê rizgar dikin. Doh jî şervanan bi dehan welatiyên sivîl rizgar kirin. Di nava sivîlan de 5 sivîlên ku bi mayînên çeteyan birîndar bûbûn jî hebûn. Di êrîşa çeteyan de 2 sivîlan jî jiyana xwe ji dest da.

Tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê doh jî bi dehan welatiyên sivîl ên Reqayê rizgar kirin. Şervanan sivîl gihandin cihên ewle.

Sivîlên ku dixwestin ji çeteyan rizgar bibin, li mayîna çeteyan qelibîn û mayîn bi wan de teqiya. Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 5 sivîl birîndar bûn. Şervanan birîndar rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên herdû sivîlên jiyana xwe ji dest dayî jî anîn.

Sivîlên hatin rizgarkirin dane zanîn ku hejmara sivîlên li taxên Reqayê ku dixwazin ji çeteyan rizgar bibin pir e, lê belê ji ber mayînên çeteyan û gulebarankirina sivîlan derfet nîne ku welatî xwe rizgar bikin. 


 ANHA/REQA