Fermandarê giştî yê HPG’ê li Şengalê Egîd Civyan derbarê operasyona rizgarkirina Şengalê, rewşa dawî ya Şengalê, tevlîbûna pêşmergeyan û hêzên HPG, YPG, YBŞ û YJA-STAR’ê ji RojNewsê re axivî. Civyan diyar kir ku gelek danustandinên wan li gel pêşmergeyan çêbûne ku bi hev re xebatên xwe yên leşkerî bimeşênin û fermandariyek hevbeş ava bikin û wiha got: “Li Kobanê, Kerkûk û cihên din fermandariyek hevbeş hatiye avakirin, me dixwest em li Şengalê jî heman tişt bidin meşandin. Tu carî bi zimanekî fermî ku em vê yekê naxwazin nehatiye kirin, wana jî ji me re digot em dixwazin Şengalê rizgar bikin û xebatek bidin meşandin. Lê heya niha gavên pratîkî nehatiye avêtin. Hertim ew niyeta wan di gotinê de ma.”


Me xeta asê vekir

Egîd Civyan di berdewama axaftinên xwe de ragihand ku êrîşên çeteyan herku diçû dijwar dibû û rewşa gelê Êzîdî bi hatina zivistanê re zehmetir dibû û diket rewşeke mexduryetê. Civyan wiha pêdeçû: “Hinek caran êrîş jî li ser çiya çêdibû û dixwestin bikevin nava çiya. Êdî pêwîst bû em gavekê bavêjin û dest bi rizgarkirina Şengalê bikin. Sedemê sekna me ya heya niha jî hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Ji ber ku biryar ew bu ku em bi hev re kar bikin. Ji me re herdem di gotin emê bi hev re xebatê bimeşînin, sekna me ji bo wê bû. Wekî tê zanîn beriya çend rojan ji bo vekirina korîdorekê xebat hatibû destpêkirin, ji milê rojhilatê Şengalê ve pêşmergeyan destpêkir, ji Zûmar ve hatin ketin xeta Zurava û heya bakurê Şengalê hatin. Pevçûnek wisa di navbera pêşmerge û çeteyan de çêne  bû. Ji xwe çetayan gelek cih berdabûn, li hinek cihan de qet pevçûn çênebû. Dema ku pevçûn ji xetên sînor destpêkirin plan ew bû, pêşmerge û hêzên me bi hev re xet vekin, li hev hatinek çêbûbû. Dema ku wisan çêbû, em neçar bûn dest bi rizgarkirina xeta Rojava bikin, me bi hêzên xwe yên li çiya dest bi rizgarkirina korîdorê kir. Di xeta rojava de jî hêzên YPG’ê hatin û em li sînor gihiştin hev. Hem xet hem jî gelek cih li wir ketin destê me de. Li gelek cihan hêzên YPG’ê û li gelek cihan jî pêşmerge ketinê.”


Me agahdarî da pêşmergeyan

Fermandarê HPG’ê Civyan got ku dema hêzên YPG’ê koridora navbera Rojava û Şengalê de kontrolkirin, piştî wê hinek hêzên YPG’ê ji Rojava hatin û me dest bi rizgarkirina Şengalê kir. Civyan diyar kir ku bi vekirina korîdorê re em bi pêşmergeyan re jî ketin têkiliyê û wiha dom kir: “Beriya ku em werin hevalên me li  hinek cihan bi çetayan re ketibûn pevçûnê, me agahî da pêşmergeyan û me got emê dest bi rizgarkirina Şengalê dikin, ji bo ku şaşitî rûnede. Dema ku me hêzên xwe kom kir û ber bi Şengalê ve çûn, pêşmergeyan jî hêzên xwe yên bakurê çiyayê Şengalê kom kirin. Saet 11.00’an şer li taxên despêka Şengalê dest pê kirin. Li wê derê dema ku pêşmerge gihiştin gel hevalan, bi hev re taxên destpêkê rizgarkirin. Em li gelek cihan bi hev re bûn û me bi pêşmergeyan re gelek cih rizgar kir.”


Emê mizginiyê bidin

Fermandar Civyan balkêşa li ser rewşa dawî jî û wiha got: “Rewşa şevê din hê jî dewame, çete xwe paşve dikêşînin. Hêjmarek gelek mezin ya hêzên HPG, YPG û pêşmerge hene. Niha heval û pêşmerge li gelek cihan bi hev re bi şêweyek kordîneyî li dijî çeteyan şer dikin. Niha li taxên destpêkê yên Şengalê heval û pêşmerge bi hev re şer dikin.” Egîd Civyan diyar kir ku Şengal bi temamî neketiye di bin kontorola wan de û wiha bilêv kir: “Di xetên ku şer rûdayîn de, hemû jî hatine rizgarkirin, lê hê jî bi temamî Şengal neketiye di bin kontrola me de. Niha xebatek çeteyan heye ku dema direvin dixwazin Şengalê bişewitênin, çeteyan li pey xwe gelek mayîn danîne û ev xeterin. Ji bo wê di pêşveçûnê de hinek zehmetî tên kişandin, lê emê demek nêzîk de mizginiya rizgarkirina Şengalê bidin gelê xwe yê Êzdî û tevayî gelê Kurd.”

Vegerin Şengalê

Egid Civyan ev bang li gelê Êzîdî kir: “Vegerin warên xwe yê pîroz. Raste şert û mercên zivistanê niha nebaşin, niha bakurê Şengalê bi temamî rizgar bûye, yê ku dikare çek rake, bi taybet ciwan bila werin û berê xwe bidin Şengalê.”


MİSTEFA DELEN/ROJNEWS




KCK’ê azadkirina Şengalê pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê azadkirina Şengalê ji aliyê hêzên HPG, YJA Star, YPG-YPJ û YBŞ’ê ve pîroz kir û got, “Divê tevayî gelê me û raya giştî zanibe ku; li tevayî Başûrê Kurdistanê û Rojava heta faşîzma DAIŞ bê paqijkirin wê hêzên me yên gerîla operasyonên xwe bidomînin. KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî azadkirina Şengalê pîroz kir. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: "Azadkirina Şengalê di serî de li gelê me yê Êzîdî li tevayî gelê Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn pîroz be.”

5 mehin hêzên me li wir bûn

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:“Em hêzên HPG-YJA Star, YPG-YPJ û YBŞ’ê yên tam 5 meh in, li nuqteyên stratejîk ên Şengalê bicih bûne û li hember faşîstên DAIŞ’ê şerekî hilweşînê dimeşînin û ji duh ve di encama operasyoneke bi qehremanî ya pêş xistin faşîstên DAIŞ’ê ji Şengalê avêtin û Şengal azad kirin silav û pîroz dikin. Di şkandina îradeya faşîstên DAIŞ’ê û azadkirina Şengalê de, di serî de Berxwedana Kobanê, berxwedana ku hêzên şoreşger ên li Rojava nîşan dan û serhildanên gel ên li çar parçeyan hatin pêşxistin rolekî girîng lîst."

Vegerin ser axa xwe

KCK destnîşan kir ku ji bo gelê Êzîdî yê bi zorê ji axa xwe hat dûrxistin, ji nû ve vegerin hêzên gerîla û YBŞ’ê her cure ewlehî pêk anîne. Daxuyanî wiha dewam dike: "Ji bo gelê me vegere ser xaka xwe ti astengî nemane. Divê gelê me tavilê vegere ser axa xwe û li ser esasê xweseriya dermokratîk jiyana xwe ya azad û demokratîk û parastina xwe ya cewherî tevlî xebatan bibe. Pêkanîna jiyana azad û demokratîk a gelê me yê Êzîdî û vê bixe bin ewlehiyê tenê wê bi xweseriya demokratîk û parastina cewherî wê pêk were. Tevayî hêzên siyasî yên Kurd ji bo gelê me yê Êzîdî bigihêje jiyana xweser û parastina xwe ya cewherî pêk bîne, pêwîst e berpirsiyariya dikeve ser milê xwe pêk bînin."

ANF/BEHDÎNAN