Alîkariya mirovî pêwîst e
Kamp ji bo koçberên ji hemû herêmên din ên Sûriyeyê hatiye vekirin. Heta niha li kampê bi dehan çadir û hin navendên tenduristiyê hatine danîn.Di merasîmê de girêdayî mijarê Wezîra Karûbarên Civakî û Kar a herêmê Erîfa Bekir got: “Kamp ji bo hewandina koçberên hemû herêman amade ye.”
Bekir diyar kir ku divê rêxistinên mirovî û alîkariyan ên navneteweyî piştgiriya kampê bikin û alîkariyan pêşkêşî wê bikin da ku karibe bi hezaran malbatên koçber bi cih bike. Niha li kampê hin malbatên koçber hene û tê payîn ku di rojên pêşde hemû koçberên li dibistanan hatine bicihkirin werin kampê.
EFRÎN