Malbatên 34 kesên ji aliyê balefirên şer ên artêşa tirk ve hatin qetilkirin bi slogana; "Ji bo Roboskiyê Edalet" hatin Enqerê. Malbatên ku bi partiyên komên wan di meclisê de hene re dê hevdîtinan pêk bînin daxwaza xwe ya bila kujerên komkujiyê bên dîtin dê dîsa dûbare bikin. Malbatên Roboskî di civîna koma BDP'ê de bi çepikan hatin pêşwazîkirin.
Ligel ku 104 roj ji ser komkujiya Roboskê re derbas bû jî berpirsyarên komkujiyê hê jî nehatine dîtin. Malbat û xizmên 34 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe jidest dan bi slogana; "Ji bo Roboskiyê Edalet" hatin Enqerê. Malbatan di ketina meclisê de wêneyên 34 kesên hatin qetilkirin bilind kirin. Dayîka ku polîsan xwestin poşêta di destê wê de lêgerînê bikin, rondik barandin û got; "Ev kelûmelên kurê min in."
Malbatên ku bi nûnerên partiyan re dê hevdîtinan pêk bînin xwestin bi serokkomar Abdullah Gul re jî hevdîtinê pêk bînin. Lê heta niha ji aliyê Serokkomariyê ve tu bersiv nehatine dayîn. Malbat dema ketin civîna koma BDP'ê de bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axaftina xwe birî û bi Kurdî xêrhatina malbatan kir. Parlementerên BDP'î jî malbat li ser piyan bi çepikan ew pêşwazî kirin.
ENQERE