
Semîre Encu, çîroka jiyana xwe bi çavên rondik û giriyê bi peyvên bi zorê ji devê wê ketin vegot. Hevsera Husnu Encu Semîre Encu, diyar kir ku 8 sale bi Husnu re zewicîbû, di nava 8 salan de bi hev re rojên xweş û nexweş jiyîn û li gundê Roboskiyê li mala musteqî bi hev re têkoşîna jiyanê dan. Semîre Encu, anî ziman ku hevserê wê Husnu karkeriya rojê dikir û karên boyaxê dikir û wiha got: "Karê hevserê min dikir li vir pir zêde tuneye. Ji ber wê yekê hevserê min jî weke hemû kesî çû qaçaxçîtiyê. Ji xwe li vir ji bilî vê yekê qada xebatê tuneye. Derdora me leşkeran girtiye, hemû cihên baş weke baregehên leşkerî destser kirine û zarokên me qedexe kirine. Em weke kirine girtîgehekî vekîrî de. Li vir bi salene welatî bi qaçaxçîtiyê debara xwe dikin. Qaçaxçîtiya tê kirin ji aliyê rayedarên leşkeran ve jî tê zanîn û bi destûra wan tê kirin."
Encû, da zanîn ku bi hevserê xwe re 8 salan zewicî ma û xeyala hevserê wê Husnu ya herî mezin bibe "bav" bû û wiha axivî: "Tenê pirsgirêka me bêzarokbûna me bû. Ji bo wê jî min bi hevserê xwe re têkoşînek da. Em tu caran hev bi tenê nehişt. Ji bo zarokê min çêbibe 7 salan min tedawî dît. Hevserê min jî ji bo lêçûnên dermankirina min bide diçû qaçaxçîtiyê. Ez li Edeneyê dihatim dermankirin. Gelek lêçûn diçû. Herî dawî ez bi hevserê xwe re 14 roj berî komkujiyê çûm. Hemû hêviyên me qetdiyabûn. Dema ez çûm doktor ji min re got, ez ducaniya 33 rojan im. Di wê demê de min rondikên çavên xwe negirtin û ez girtiyam. Wekî bi hevserê min re jiyana me jî nû destpê kiribû. Hemû xeyalên me pêk hatiban. Êdî hevserê min ji bo dermankirina min pere xerçnedikir. Em dê bi wî pereyî ji xwe re malek çêkiriba. Em dê ji wê mala bi ax xelas biban. Lê nehiştin, destûr nedan em bihêvî bibin."
'Me bawer nekir'
Encu, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema min ji hevserê xwe re pirsa zarok keç be an kur be dipirsî ji min re digot bila keç be û dixwast navê wê bike 'Qeder' Dema min pirsa heke kur be, digot hêj nefikiriye. Hevserê min her tim dixwast xwedî karekî baş bibe. Dema em dixwivîn digote ew naxwaz biçe qaçaçîtiyê û digot dibe ku rojê tişt bi serê wî bê. Min jê re digot neçe ji min re digot tişekî din tuneye û neçar diba diçû. Li vir qaçaxçîtî ewqas serbest bibû êdî zarokên biçûk jî diçûn. Hevserê min digot heke ve biçin çima ez neçim."
Semîre Encu, bilêv kir ku piştî hevserê wê Husnu zanî ew ducane 14 roj şunda hate qetilkirin û şeva komkujiyê bi rondikan vegot. Encû, destnîşan kir ku şeva dawî hevserê wê berî biçe jê wê re digot pişta wî diêşe û nedixwast biçe. Encu, şeva komkujiyê wisa vegot: "Jin ji hevserê xwe re got, 'heke tu nexweş be neçe' Lê guh neda min û dema ji mal derket ji min re got, 'şevê ji min re qartolan çê bike ez dê heta saet 10.00'an vegerim.' Piştî re heştira xwe girt û derket li ber malê li ber pençereyê destê xwe li min hijand û weke xatir dixwest. Ez wê rojê tu caran ji bîrnakim. Weke hevserê min xetir ji min dixwest lê min fêmnekir. Hevserê min çûm û ez jî çûm cem xwesiya xwe heta hevserê min bê. Piştî çûn, demek şunda dengê balafiran hate û pişt re jî dengê bombebaranê hat. Gund hejiya û te dê gotiba erdhej çêbû. Em hemû bi hev re bi tirs derketin derve û me berê xwe da çiyayan. Gundiyan got, 'Ez bêjim zarokên me bombebaran dikin' Ewil me bawer nekir ji ber ku her tim bombebaran dikirin. Em hemû dervebûn. Zarokên biçûk di derguşan de mabûn. Hemû gelê gundi bi qêrînan ber bi çiyayan ve dest bi bejê kirin."
'Êdî tama jiyanê tune'
Encu, da zanîn ku bi ser komkujiyê de nêzî salekê derbas bû lê hêj bi ser xwe ve nehatin e. Encu, bilêv kir ku ji bo gundiyên Roboskiyê û Bêcûhê êdî jiyan rewastiya, reşbû, bi tememî xelas bû û ji şunda jiyan pêk neyê. Encu, destnîşan kir ku tu kesî êşa wan fêmnekir û ji wan re ne bihar, havîn, zivistan û ne jî cejn hatin û li her du gundan jiyana bi temamî xilsa bûye. Encu, anî ziman ku dema hevsera Serokwezîr Erdogan Emîne Erdogan hat gundi ji wan pirsa "dahatina we çî ye, hûn çawa dijîn?" pirsî û wiha got: "Li ser van pirsan min jî ji wê re got, 'here ji hevserê xwe re bêje, çi mafê wî hebû ev êş bi me dan jiyîn?' Emîne Erdogan li min vegeriya û got, 'Tu li malekî bi ax dijî ne wisa ye' Pişt re li parêzvanê xwe vegeriya û jê re got, 'Tu vê yekê nîşe bigire em malekê bidin wê û yek jî 10 hezar TL. bidinê' Min jî ji wê re got, 'Hûn ji min re qesran çêbikin jî heke hevserê min li wir nebe ez dê çi ji wê bikim. Heke hevserê min bi zarokê xwe ne lîze û wî hembêz neke em di qesrê de bin jî tê wateye.' Me ne pere û ne jî mala wan nexwest."
Bariş Husnu…
Encu, diyar kir ku hevserê wê Husnu mirovekî gelek başbû, tu kes nerehet nedikir û neheqî li tu kesî nedikir. Encu, anî ziman ku dema hevserê wê veşartin wê jî xwest xwe biavêje wê gorê lê kesên derdorê ew asteng kirin. Encu, da zanîn ku piştî hevserê wê hate qetilkirin berpirsiyarên wê gelek zêdebûn û wiha pê de çû: "Êdî ji bo zarokê xwe bêtir ez ji bo xwe xemgîn dibûm. Ji ber ku êdî berpirsiyariya min gelek giranbû. Zarokê min weke zarokên din nîn e. Piştî zarokên min hate dinê heta niha hêj nekeniye. Zarokên din diken û dilîzîn. Di rûyê kurê min de her tim îfadeya li bavê xwe digere heye. Tu dê bêjî dizane bavê wî hatiye qetilkirin. Şevê digirî ez jî radibin bi wî re digirîm. Min kurê xwe ji bo sunetê bire Cîzîrê. Dema em çûn otogarê min cîhê bi hevserê xwe re xwarin lê xwarî dît û hevserê min hate ber çav min. Êdî ez berê xwe didim ku derê ez hevserê xwe dibînim. Tiştên em dijîn gelek giran in. Hêvî dikim ku tu kes vê yekê ne jî. Min ji kurê xwe re navê bavê wî Husnu lê kir. Di nasnameyê de Bariş Husnu Encu nivîsî. Ez dixwazim kurê aştiyê pêk bîne. Êdî ez dixwazim kurê min li cîhenekî bê komkujî bijî û tevkariyê bide aştiyê. Ji ber wê yekê min navê wî kir Bariş Husnu. Min di destên kurê xwe re du berzendkên li ser Husnu Encu nivîsî girêdan e. Da ku ji wî re oxurê bîne."
DÎHA/ŞIRNEX