Gelê Kurd ku bi sedan salan e wekî gelek gelên din ên cîhanê bi muzîkê re têkildar e. Kurdan jî êş û azarên xwe kêf û şahiyên xwe bi muzîkê ango bi riya hunerê anîne ziman. Heta muzîk bûye amûrê dîrok û wêjeya devkî. Gelê Kurd jî di qonaxên herikîna dîrokê de gelek cure û tarzên muzîkê ceribandiye. Her çiqas di nav Kurdan de dema muzîk tê gotin ji bo demên berê kilam û stranên dengbêjiyê were hişê mirovan jî, bi salan re êdî cureyên wekî ‘rap’, ‘hip hop’, metalica’ û ‘rock’ jî belav dibe. Lê tekiliya Kurdan a bi tarzê rockê re di esasê xwe de berî 40 salan bi damezrandina Koma Wetan re çêbûye.
Di 40’emîn salvegara damezrandina rocka Kurdî û salvegara Koma Wetan de li Stenbolê pîrozbahiya rocka Kurd, hat lidarxistin. Şeva ku Koma Wetan (Kerem Gerdenzerî) jî derket ser dikê û ji bilî wî ji nifşa nû ya rocka Kurdî Rojhan Beken, Ferec û Artîn jî, di şeva pîrozbahiya Koma Wetan de cih girtin.
Rêwîtiya Koma Wetan
Serpêhatiya Koma Wetan di sala 1973’yan de bi saya 4 ciwanên Kurd ên ku bi muzîkê re mijûl bûn dest pê kir. Ev her çar ciwan ji komên muzîkê yên ciwanên rojava jî bi bandor bûbûn, lê belê ji xwe bi bayê şoreşa ciwanan a Gulana 1968’an di nav ciwanên hemû cîhanê de li hemberî pergalan bertekek, kîn û hêrsek jî hebû, ango ciwan di nav lêgerînekê de bûn. Mirov dikare bêje ku Koma Wetan lihevkombûna van hest û dilînan e.
Bêguman dê ev destpêk tenê nebûya destpêka Koma Wetan û dê bibûya destpêkeke nûjen di nav muzîka Kurdî de. Dê ew çar ciwanên çeleng nifşeke nû û ya modern diyariyê muzîk û çanda Kurdistaniyan bikirina. Gelo solîstê komê Kerem Gerdenzerî zanibû ku dê koma wan dîrokeke bêhempa binivîsîne yan jî hêviyên wî yên çawa hebûn, di warê pêşeroja wan de?
Stêrka Rocka Kurdî
Di stranê Koma Wetan da wêjeyeke xurt û zimanekî herikbar cih digire. Rastiyek jî ew e ku Koma Wetan îro bingeha hunermend û komên ku muzîka rock a Kurdî dikin bi xwe ye. Dema ku behsa rock a Kurdî dibe Koma Wetan weke stêrkeke hilbijartî xwe nîşan dide. Ev yek wê rastiyê radixe ber çavên me. Dema ku hunermendên Kurd behsa Koma Wetan dikin, dibêjin ku em di bin bandora muzîka wan de mane û stranên wan ji me re rêveberiyê kirine. Bi rastî ev yek jî dide ber çavan ku Koma Wetan çiqas bandorker e. Rastiyek heye ku hê jî qralê rock a Kurdî Koma Wetan e. Li wargehên muzîka rocka Kurdî, tacek û qesreke zêrînî hebe ew jî mafê Koma Wetan e.
Koma Wetan di salên 70’î de di bin bandora Jîmî Hendrix û Deep Purple de mabû, dê ev bandor bi komê serdemeke nû di muzîka Kurdî de vebikira. Ji helbestên Mikaili Reşît, Karlini Çaçan, Aliyê Îsko, Ordixanî Celîl û Latîfî Husret Koma Wetan stranên xwe çêdike û ew helbest dibin jêderka edebî a rocka Kurdî ya modern. Di sala 1975’an de li Gurcistanê mîhrîcaneke de cih didin komê û ew mîhrîcan ji aliyê Sovyetan ve bi awayekî zîndî li pir welatan tê pêşkêşkirin.
REMEZAN OLÇEN / DÎHA/STENBOL