Hunermend Rodî Baz ê ku kilamên devera Bêrtiyan berhev dike û dibêje, navê xwe ji şairê Bêrtî Dr. Rodî û ji helbesta wî ya bi navê Baz û Tolaz girtiye. bi gotina wî, tevî ku wî hêç ew nedîtiye jî ji ber hezkirina Bêrtiyan ji Dr. Rodî re, wî navê wî hildaye.

FIRAZ BARAN / KOLN

Stranbêj Rodî Baz ji bo du hefteyan hat Elmanyayê. Me jî xwest em wî nas bikin. Rodî Baz ji eşîra Bêrtî ye û li bajarê Çewlîkê dimîne.

Ew sala 1987´an li gundê Derê Nazîk hatiye dine, lê ew ne ji Bêrtiyên zozandîtî ye, ji bo xwe ew dibêje, “Ez pênc salî bûme, û zozanên me li me hatine qedexekirin. Lewma, min zozan nedîne.”

Stranbêj Rodî heta 15 saliya xwe li gund dimîne. Piştre diçe Stenbolê û li wê derê salekê dersa tembûr û notayê dibîne. Sala 2005´an vedigere Çewlîkê û di nav xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê de cihê xwe digire. Qederî 7 salan di nav vê xebatê dimîne. Rodî Baz ji bo karê xwe yê di nava NÇM´ê de dibêje, “Salên min ên di nav NÇM´ê de ez bi pêş xistim. Min teoriya muzîkê nas kir. Dîsa min li ser ziman û çanda xwe kitêb xwendin. Bi zimanê dayîkê ez fêrî nivîsandina kilaman bûm.”

Wan salan Koma Çewlîk hatiye avakirin û Rodî Baz jî di nav komê de weke tembûrvan û vokalîst cih girtiye. Ew wiha qala karê di nava komê de dike, “Di nav komê de Fevzi Aras, Ciwan Adar, Ali Kaya hebûn. Di gîtarê de Mehmûd hebû, herçî bilûr bû jî Emrah lê dida.” Kom di çalakiyên li derdora bajêr û dawetên gel de der dikeve ser dikê.

Navê Dr. Rodî û şiira wî

Rodî Baz navê hunerê yê vî hunermendî ye. Navê wî yê li ser nasnameya wî Bilal Aksu ye; û ew klamên xwe jî bi vî navî qeyd dike. Lê navê wî ê hunerî Rodî Baz bi xwe wî ji Dr. Rodî wergirtiye. Dr. Rodî bijîşk bû û di heman demê de şair bû. Wî li sigûnê, li bajarê Elmanyayê Kolnê 9´ê Gulana 2001´ê bi dest xwe xwe dawî li jiyana xwe anîbû. Ew hem bavê şehîdan bû û hem jî ji hewldana kuştinê ya kontragerîlaya dewleta Tirk xwe xilas kiribû. Şiira wî ya bi navê “Ez gerîla me” di nava ciwanan de gelekî hatibû hezkirin.

Baz jî navê helbestekê Dr. Rodî ye. Hunermend Rodî Baz li ser meseleya navê xwe wiha dipeyive: “Dr. Rodî endamê eşîra Bêrtî ye. Ji 7 salî heta 70 salî, endamên eşîra me hemû jê hez dikin. Weke mînak min nedîtiye lê min navê wî rakir. Ji ber ku bav û kalên me hertim qala Dr. Rodî dikin. Qala hezkirin, fedekarî û tekîliya wî bi gel re dikin... Berî bi 40 salan bijîşk bûye, nefspiçûk û dilnizm bûye. Tim di nav gel de digeriye û alîkariya miletî kiriye.

Navê helbestekê wî Baz û Tolaz e. Çîroka rêwîtiyekê ye. Paşnavê min jî ji wê şiirê tê.”

Gotinên stranên Rençber Azîz

Rodî Baz wekî din hurmeta xwe ya ji bo hunermendekî din ê ji Çewlîkê re jî îfade dike: Rençber Azîz. Ew dibêje, Rençber Azîz jî ji bo Çewlîkê hunermendekî taybet e: “Wî bi Zazakî (Kirmanckî) kilam çêkirin. Bi zimanê dayîka xwe kilam gotin û gotinên kilamên xwe jî bi tesîr in.”

Rodî Baz berhema xwe a yekê ya bi navê Bermal derxistiye. Di berhemê de heşt kilam hene. Kilama Bermal bi Kirmanckî ye û heft kilam jî bi Kurmancî ne. Me bi Rodî Baz re behsa kilam û govendên eşîra Bêrtiyan jî kir.

Rodî Baz dibêje, kilam û govendên eşîra Bêrtiyan gelek in. Kilamên bi navê Şev Tarî û Har Warîlê gelerî ne û wî ew ji nav Bêrtiyan kom kirine û di albûma xwe de ew gotine.

Eşîra Bêrtî di dawetên xwe de govendê bi bilûr û kilaman digerîne. Bilûrvanên Bêrtiyan navdar in. Rodî Baz ji vê, dibêje, “Cî Da, Sê Merik û Du Merik govendên Bêrtiyan in. Bi sedan bilûrvanên me hene. Lê Hac Husên, Hacî Bekir, Abdullah Aksu, Zoredîn bilûrvanên navdar in.”