ŞEVÎN HESEN / ANHA/ HESEKÊ
Bi hatina koçberên Dêra Zorê re hejmara niştecihên kampa Holê ya rojhilatê Hesekê, zêde bû. Tevî hejmara zêde û paşguhkirina rêxistinên mirovahî berpirsyariyên rêveberiya kampa Holê du qat bûn. Tevî derfetên kêm jî rêveberî pêdiviyên koçberan pêşwazi dike. Di nav kampê de 183 mitbax hene û di her yekê de 24 kon hene. Mehane ji her mitbaxekê re 12 cer gaz tê belavkirin. Ev tê wateya ku tevahiya mitbaxan mehane bi hewcedariya 5 hezar cerên xazê ne. Li gel ked û xebatên rêveberiya kampê, di peydekirina pêwîstiyên koçberan de gelek zahmetî hene. Hejmara şêniyan gihişt derdora 48 hezaran. Endamê rêveber ê Kampa Holê, Berzan Abdullah li ser zahmetiyên kampê axivî û got, “Rêveberiya kampê li gorî derfetên heyî gaz û cerên xazê li koçberan belav dike û hewl dide pêwîstiyên wan bi cih bîne.”
Derfetên heyî têr nakin
Ji şêniyê kampê, Ebû Mizher jî diyar kir ku alîkariyên ku rêveberî pêşkêş dike, têra wan nake û got, “Me hefteyê 20 lître gaz werdigirt, bi zêdebûna koçberan re êdî em 25 lîtreyan werdigirin. Ev jî şertên jiyana me zahmet dike. Lazim e saziyên mafên mirova bi erkên xwe rabin û destê alikariyê bide mexdûrên şer.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê ye û ji bo pêşwazîkirina penaberên Iraqî hate vekirin. Di nav kampê de niha 48 hezar penaber û koçber ji herêmên Dêra Zorê hene.