
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê li aliyê başûrê Firatê û Rojavayê Reqayê hêza xwe zêde dikin. Şervanan doh berê sibehê balefirgeha Tebqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ´ê paqij kir. Di çarçoveya operasyonê de du gundên din jî hatin rizgarkirin.
Di çarçoveya Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê de, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û Hêzên Koalisyona Navdewletî ji bo rizgarkirina bajarê Tebqayê operasyoneke hevbeş dan destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê; cara yekemîn şervanên wan bi helîkopteran li meydanên şer hatin danîn û dest bi operasyonê kirin.
Di operasyona Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û hêzên Koalisyona Navdewletî de ku ji 21‘ê Adarê ve hatiye destpêkirin balafirgeha stratejîk a leşkerî ya Tebqa pêr bi şev bi temamî hat rizgarkirin. Balefirgeha Tebqayê di erdnîgariya Sûriyeyê de li cihekî stratejîk e û li navenda erdnîgariya Sûriyeyê cih digire. Di heman demê de nêzî Iraq û Tirkiyeyê ye. Ev balafirgeha duyemîn e ku Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk wê rizgar dikin. Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk par balafirgeha Minixê ya li başûrê Ezazê rizgar kiribû.
Du gundên din hatin rizgar kirin
Şervanan li rojavayê Reqa û bajarê Tebqayê gundên Sahil El Xeşeb û Ûweyic Widyan ên li rojhilatê bajarokê Siwêdiya Mezin, rizgar kirin.
Li gorî agahiyan, şevanan li wan gundan 420 sivil rizgar kirine û ew derbasî herêmên ewle kirine.
Bi vî rengî şervanên Odeya Çalakiyan ji 21‘ Adarê ve li herêma Tebqa, 14 gund û gelek gundik rizgar kirin.
Di şerê li gundê Ebû Raşîd ku ji doh sibê ve didome, 4 çeteyên DAIŞ hatin kuştin û 3 çetêyên DAIŞ´ê jî bi saxî hatin girtin. Li gorî agahiyên ji nûçegihanên ANHA´yê yê li herêmê, şerê li derdora gundê Ebû Raşîd hîna jî didome.
QSD`ê hêzên xwe zêde kir
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê piştî rizgarkirina gundê navbuhirî û balefirgeha leşkerî ya Tebqayê, dest bi operasyona rizgarkirna bajarê Tebqayê kir. Di vê çarçoveyê de şervanan hêzeke nû derbasî herêmê kir. Ev hêz bi keştiyan derbasî başûrê Firatê hatin derbaskirin, her wiha çekên giran li başûrê Firatê hatin bi cihkirin.
Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê re, sivîlên li bajêr ji bo xwe ji çeteyan biparêzin, xwe dispêrin herêmên bi ewle yên bi bin parastina Hêzên Sûriyaya Demokratîk de.
Ji bo parastina bendavê operasyon 4 seatan rawestiya
Li aliyê din Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji bo parastina Bendava Firatê, operasyona xwe ya li derdorê bendavê ji bo 4 seatan doh da rawestandin.
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê doh daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo parastina Bendava Firatê wan operasyon ji bo 4 seatan daye rawestandin. Fermandarî dibêje, "Ji bo parastina Bendava Firatê, me tedbîrên pêwîst girtin. Li ser daxawaza Mûdîriyeta Bendavan me biryar da ku operasyona li derdora Bendava Firatê ji bo 4 seatan bisekinînin. Em ê operasyonê ji seat 13:00 heta seat 17:00 roja 27/03/2017´an bidin rawestandin da ku tîma endizyariyê derbasî bendavê bibe û dest bi kar bike."
Meclisa Sivîl a Reqayê herêmên rizgarkirî birêve dibe
Hêzên QSDʹê piştî ku pirraniya herêmên rojhilatê Reqqayê ji komên çete yên DAIŞʹê rizgar kirin, rêveberiya herêmên rizgarkirî jî dewrî Melcîsa Sivîl a Reqa û gundên wê kir.
Têkildarî mijarê Meclîsa Sivîl a Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî li gundê El-Menaxir ku ji aliyê şervanan ve hatiye rizgarkirin, ji aliyê Hevseroka Meclîsa Reqa ya Sivîl, Leyla Mustefa ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye: ʺEm wekî Meclîsa Reqa ya Sivîl di serî de spasiya hêzên QSDʹê yên ku soza xwe ya rizgarkirinê pêk anî, dikin. Beşeke mezin ji gundên Reqayê bi saya xwîna şehîdan, berxwedan û qehremaniya şervanên QSDʹê hatin rizgarkirin.
Di heman demê de em spasiya inîsiyatîfa dewrgirtina rêveberiya herêmên rizgarkirî li Meclîsa Sivîl a Reqqayê, dikin. Em di aliyê xwe de vê gave silav dikin û ji gelê xwe re radigihînin ku Meclîsa Sivîl a Reqayê dê bi rûmet rola rêveberiya herêmê û xizmeta gelê wê rake. Em ê pêdiviyên wan pêk bînin. Hêzên Ewlekariya Hundir jî dê berpirsyariya pêkanîna ewlekariya herêmên rizgarkirî pêk bînin. Em li benda roja rizgakririna bajar in jî, bi vê yekê rêveberiya tevahiya bajêr û gundên wî ji aliyê Meclîsa me ve wê pêk were.
Di dawiyê de jî em bang li gelê xwe dikin ku piştigirya hêzên QSD´ê bikin, her wiha alîkariya meclîsa me ya sivîl jî bikin, da ku civakeke demokratîk, pirreng ku hêviyên gelê me pêk bînin, ava bikin."
REQA