Li Başûrê Kurdistanê welatiyên ji Duhokê, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Raperîn, Şarezgor, Kifrî, Xurmatû, Çemçemal û Ranyayê berê xwe dan Qendîlê û li wir meşeke girseyî çêkirin. Her wiha ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê jî bi heman armancê bi rê ketin, lê rayedarên Başûrê Kurdistanê rê neda ciwan derbasî Başûr bibin.
Meşa gel a ber bi Qendîlê ve doh ji aliyê “Însiyatîfa Gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk” ve hate organîzekirin.
Bi hezaran kesên ji gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi rê ketin, sibeha Înê gihîştin Qendîlê. Çalakger ji Duhokê, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Raperîn, Şarezgor, Kifrî, Xurmatû, Çemçemal û Ranyayê bi rê ketin.
Divê em xwedî li xaka derbikevin
Piştî gel gihaşt Qendîlê meşek girseyî lidar xist. Gel ji gundê Pirdeşar heya gundê Bergirkê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser nave ciwanên mertalên zindî Tolhildan Zîlan axivî û got; “Pêwîst e, hemû gelê azadîxwaz xwedî li berxwedana Qendîlê derbikevin. Em hemû ji dizanin dewleta dagirkera Tirk niha xaka Başûr dagir kiriye. Ev dagirkerî ne tenê li ser Qendilê li ser tevahî destkeftiyên xaka Kurdistanê ye ji ber vê çendê divê em xwedî li xaka Kurdistanê derbikevin.”
Bi ruhê netewî bifikirin
Her wiha Tolhildan Zîlan bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriyê jî şermezar kir û got; “Qendîl xwedi nirxwekî dirokî ye. Ji ber vê çendê divê hemû gelê Kurd berê xwe bidin Qendîl. Divê em bi ruhê netewî bifikirin û li dijî vê dagirkeriyê rawestin. Ev daxwaza Erdogan a dagirkirina Kurdistanê wê tenê weke xewn bimîne. Heta ku kesek azadîxwaz ê Kurd mabe wê ev xewna Erdogan nebe rastî. Em niha li Qendîlin, bila Erdogan bi ferme bê Qendîlê wê bîbine ku wê bi çî berxwedanê re ru bi ru bimîne.”
Tolhildan Zîlan bang li hemû ciwan û gelê Kurd kir ku berê xwe bidin Qendîlê.
Gerîla nehîşt xaka Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin
Piştre li ser navê Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê mamosta Perwes axivî û got; “Hêzên gerîla li Kerkûk, Celewla, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Nehiştin xaka Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin. Erdogan bi hinceta hebûna gerîla dixwaze xaka Başûr dagir bike. Divê hemû partiyên siyasî û gelê Kurd vê yekê bizanin, Erdogan dixwaze hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em weke gelê Başûrê Kurdistanê wê li dijî dagirkeriyê rawestîn.”
Îro roja xîret û roja berxwedanê ye
Piştre Mele Saman Sengawî axivî, bang li alema Îslamê kir û wiha got; “Îro Qendîl û Başûrê Kurdistanê di bin metirsiya dagirkeriyê de ye. Divê hemû meleyên me di xûdbeyan de banga parastina xaka Kurdistanê bikin. Îro roja xîret û roja berxwedanê ye. Bang li ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê dikim ku berê xwe bidin Qendîlê. Ger Qendîl bê girtin, wê radestê çeteyên DAIŞ’ê bikin.”
Piştî daxuyaniyan gel ber bi Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur a li Qendîlê ve meşiyan.
Ji dagirkeran re destûr heye ji ciwanan re tuneye
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê jî bi armaca ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û xwe bigihînin Qendîlê bi rê ketin. Lê li ber deriyê Sêmalka rayedarên Başûrê Kurdistanê rê neda ciwanan derbasî Başûr bibin. Zêdetirî 2 hezar ciwan ji pêr ve ji hemû bajar û herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji gundê Xana Serê ya herêma Koçerat ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve meşiyan. Bi meşê ciwan gihiştin ber deriyê Sêmalka. Li wir rayedarên başûrê Kurdistanê rê neda ku ciwan derbasî aliyê Başûr bibin û meşa xwe ya ber bi Qendîlê ve bidomînin.QENDÎL