Endamên Partiya Çepgir a Swêdê ku Berpirsiyara Karê Derve ya Partiya Çepgir Hans Linde jî di nav de ye bi daxuyaniyekê pişgirtî dan Roj TV. Di daxuyaniyê de tê gotin ku Roj TV dengê bi milyonan Kurdan e û bi şeş zimanan weşanê dike û wiha hat gotin; “Partiya Çep vê bi amadebûna xwe li wêrê dê piştgiriya xwe ji bo doza gelê Kurd û kanala wê nîşan bide.”
Di daxuyaniya ku bi navê Berpirsiyara Karê Derve ya Partiya Çepgir Hans Linde, Berpirsiyara Karê Derve ji Herêma herema Uppsala Yekbûn Alp, Berpirsiyarê Karê Derve ji herema Uppsala Joakim Hedin, Berpirsiyarê Karê Derve ji herema Uppsala James Jonsson hat dayîn de wiha hat gotin;
”Li pêşiya Tirkiyeyê du rê hene di warê demokrasiyê û mafê mirovan de. Mixabin pir nimûnên vê yekê hene ku Tirkiyeyê rêyeka hilbijartiye ji dûrketina demokrasiyeke rastîn ji bo hevwelatiyên xwe ye. Hilbijartina rêya nû hilbijartina Ewrûpa bû. Hedefa wan a vê carê li Ewrûpa hilbijartina kanala TV’yê ya Kurdî Roj TV bû. Roj TV li cîhanê ji aliyê bi milyonan kesan ve tê temaşekirin û bi şeş zimanên cûda weşandê dike. Niha ev tê darizandin û li ber metirsiya girtinê ye. Kanal bi hinceta belavkirina agahiyên ya yekalî û propagandakirina „terorê“ tê sûcdarkirin ku ev jî li gor parêzerên huqûqî yên Roj TV ji rastiyê dûr e. Pêvajoya hiqûqî li dij Roj TV, mixabin ne tenê li dijî Kurdan e, herweha neheqiyeke li dijî demokrasî, azadiya çapemeniyê, hizir û ramana azad jî. Roj TV berdewamiya MED TV ku paşê bû MEDYA TV bû. Kurdan cara yekem bi rêya MED TV karî bi awayeke azad guhdariya muzîk, çand nûçeyan bi zimanê xwe bikin. Ev xeyal û hêviyên gelê Kurd bû ku bi vê kêfxweşiyê şad bûn.”



‘AKP Kurdan krîmînalîte dike’
Di daxuyaniyê de behsa Doza KCK’ê jî hat kirin û wiha hat gotin; ”Li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP’ê dest bi politîkaya krîmînalîtiyê kiriye ku Kurdan krîmînal bike di warê hizir û bîra wan, di polîtîkayê de. Doza KCKê ji van nimûneyan yeke ku dixwaze Kurdan krîmînalîte bike. Bi hezaran Kurdên siyasî, parêzer, rojnamevan, parêzerên mafê mirovan, niha tên dadgehkirin ku bi tohmeta hevkariya PKK kirine. Dozeke ku ji bingeha dadweriyê bê par e.”



‘Li ser Roj TV’yê lîstikên  navdewletî tên lîstin’
Di daxuyaniyê de balê dikişînin ser lîstokên derbarê Roj TV de yên di navbera Tirkiye, NATO, DYA û Danîmarkayê de û wiha tê gotin; ”Niha ew bêtir pêve diçin û dixwazin dengê fikr û hizra azad bê deng bikin. Serokê dezgeha Radyo-TV ya Danimarka diyar kir ku van tometan yên girtina Roj TV ji rastiyê dûr in. Ev jî gûmanên leystika navbera Tirkiyeyê û Danîmarka ya girtina Roj TV ê xurttir dikin. Ev jî vedigere ser wê yekê ku dema Danîmarka serokwezîrê wê demê Anders Fogh Rasmussen berendam kir ji bo serokatiya NATO yê. Tirkiye take welat bû ku li dij vê yekê derdiketin. Li gor jêderên belgên Wikileaks ku hatine belavkirin Tirkiye razî bûye piştê ku Danîmarkayê soza girtina Roj TVê daya, Tirkiye razî bûye ji bo serokatiya Anders Fogs Rasnussenî.”

Doz 15’ê tebaxê destpêdike


Daxuyanî wiha bi dawî dibe; ”Danîmarka niha li ber du rêyanê ye. Yan divê rêya ku welatekî li Skandinvayê ye û xwedan fikrû ramana azad, mafê mirovan, azadiya capemeiyê ye hilbijere, yan jîi dê ji ber Kurdan vê helwesta xwe têkbibe? Li Danimarkayê 15’ê tebaxê wê li dijî Roj TV doz dest pê bike. Partiya Çep vê bi amadebûna xwe li wêrê dê piştgiriya xwe ji bo doza gelê Kurd û kanala wê nîşan bide.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN




Doza şerma navneteweyî

Doza Roj TV’yê ku wê di 15’ê tebaxê de dest pê bike ji bo welatên rojavayî ku “azadiya ramanê” ji ser zimanên wan nakeve tê wateya şermeke mezin.
Her çiqas li welatên rojavayî jî di salên dawîn de debarê derbirîna fikrî de astengî hebin jî tu çapemeniyê, çarenûsa wekî yên Kurdî nehatiye serê yekê jî. Derbarê televizyona Kurdan a pêşîn ku navneteweyî weşan dikir, heta Roj TV’yê derbarê sê televizyonên ji heman kevneşopiyên tên de lêpirsîn çêbûn û di encamê de du yên pêşîn hatin girtin. Her sê televizyon ji bi operasyonên sansasyonel re rû bi rû man. Tu mînakên din ên wekî van çewisandinên li ser televizyonên Kurdan li Ewropayê nîn e.

MED TV û Medya TV
Televîzyona Kurdî ya pêşîn ku weşana navneteweyî dikir MED TV, di sala 1995’an de dest bi weşanê kir, di sala 1999’an de ji aliyê saziya weşanê ya îngilîzan ve lîsansa wê ya weşanê hate betalkirin û hate girtin. Medya TV ku li pey girtina Med TV’yê dest bi weşana xwe kir, du salan paşê (2001) ji aliyê polîsên Belçîkayê ve, bi awayekî sansasyonelî girtin ser buroyên wê yên Brûkselê. Di sala 2004’an de li Fransayê bi biryara dadgehê hate rawestandin. 

Serdema Roj TV
Roj TV ku di sala girtina Medya TV de hate vekirin jî bû hedefa û bi heman hincet û rêbazan bi çewisandinan re rû bi rû ma. Di sala 2005’an de derbarê Roj TV’yê bi daxwaza girtinê lêpirsînê dest pê kir.
Operasyon û qedexeya pêşîn a li dijî Roj TV'yê di sala 2008’an de ji Almanyayê hat. Bi talîmata wezareta karê hundir ligel weşana Roj TV’yê şirketa bernameçêker a Mezopotamia Broadcasting A/S’ê ku Roj TV pê ve girêdayî bû di 19’ê hezîrana 2008’an de li Almanyayê hat qedexe kirin. Derketibû holê ku ev qedexekirin di berdêla îhaleya Keştiyên şer ên Binavî yên nukleerî ku bi 6 milyar Euroyan Hikûmeta Tirkan dabû wan pêk hatibû. Di Sibata 2010’an de li bajarê Leipzigê yê Almanyayê Dadgeha Federal a îdarî, destûr da ku Roj Tv li Almanyayê weşanê bike.
Di sala 2009’an de çewisandinên li dijî Roj TV’yê hatin asteke nû. Tirkiyeyê dest bi polîtîkayên tehdît, şantaj û krîmînalzekirinê kirin.

Rola DYA'yê û belgeyên Wikileaks'ê
Digel van hemûyan Tirkiye bi hemû êrîşên xwe yên şantajî û tehdîdî jî nikaribû bi doza ku hatibû vekirin Roj TV’yê bide girtin, di sala 2010’an de Îcar DYA bi awayekî fiîlî û sorbûyî ket dewreyê. Berê polîsan çi dosyeyê pêşkêşî dozgeriyê dikir jî dozgeriyê kêm didît û dixwest ku lêpirsîn û lêkolînê zêdetir bikin.
Di Wikileaksê de, di Rêbendana 2011’an de ve belge derketin holê. Di zabita bi dîroka 25 Sibat 2010 de ku ji wezareta karê derve ya DYA’yê derketibû de, cî dabû hevdîtina musteşarê wezareta karê derrve ya Tirkiyeyê Ferîdûn Sînîrlîoglû û misteşarê karê derve yê DYA’yê William Burns. Di hevdîtinê de Sînîrlîoglû, giliyê Belçîka û Danîmarkayê dike ku zêde zorê nadin ser rêxistinên nêzî PKK’ê, alîkarê misteşêr û nûnerê daîmî yê NATO’yê yê Tirkiyeyê yê kevin Tacan Îldem jî qalas peymaneke bi navbênkariya serokê DYA’yê Barack Obama pêk hatibû dikir. Îldem, dianî zimên ku wekî parçeyekî peymanê “Divê Danîmarka ji bo girtina Roj TV’yê zagonên hewceyî be derîne û vê yekê bike.”

Dozger dixwaze Roj TV bê girtin
Hê gelek dem di ser van hevdîtinên ku di belgeyan de derketibû holê re neborîbû di Adara 2010’an de li bajaroka Denderleeuw a Belçîkayê operasyonên hevdem li ser 25 navnîşanên ku studyoyên Roj Tv jî din av de pêk hatin. Paşê di 31’ê Tebaxê de wezîrê dadê yê Danîmarkayê Lars Berfoed, li ser daxwaza serdozgerê Koenhagê piştî lêpirsîneke 5 salan biryara ku li dijî Roj TV’yê ji “zagona li dijî terorîzmê” doz vebe da. Di heman rojê de dozger Soerensen biryara dastdayîna ser hesabên TV’yê yên di bankeyê de jî da. Lê li ser îtiraz Roj TV’yê di 19’ê Cotmeha 2010’an de di doza hate dîtin de serokê dadgehê Peter Mork Thomsen, destnîşan kir ku tu hincet nîn e ku dest bidin ser hesaban û ev biryar rakir. Li dadgehê, di dema dozê de derketibû holê ku tu spartekên hiqûqî yên destdayîna ser hesaban a dozgeriyê tuneye. Dozger serî li dadgeha bilnd dabû, lê daxwaza wî hatibû redkirin.

Dozger dixwaze bi hinceta ku “Roj Tv propagandaya PKK’ê dike û ji aliyê rêxistinê ve tê fînansekirin” were girtin û bibe malê dewletê hemû tiştên wê. Di doza ku ji 114 xalan hatiye vekirin de tê îdîakirin ku Roj TV bi awayekî organîk bi rêxistinê ve girêdayî ye. Di dema lêpirsînê de li ser daxwaza Tirkan dozger çûbûn Tirkiyeyê û bi hin îtîrafkaran re xeber dabûn. Hate hînbûn ku beşa herî zêde ya îdîanameyê ji axavtinên îtirafkaran pêk tê. 

MAXIME AZADÎ-ANF