Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) got, ruhê 15’ê Tebaxê îro rê li ber rizgariya Minbicê vekiriye û wiha dewam kir: “Serketina Minbicê ku navê îro yê azadî û cejna berxwedanê ya gelê Kurd 15’ê Tebaxê ye, li tevahiya gelên Kurdistanê û mirovahiyê pîroz be.”

TJK-E bal sebaret bi şîdet û terora li Rojhilata Navîn li hemberî gelan tê kirin îşaret bi girîngiya xweparastin û xwerêveberî kir û li ser mijarê got, “Nîşaneya herî mezin a rêxistinbûnê jî çalakî ye. Lewma, me kêfxweşiya azadiyê ya jinên li Minbicê azad bûn, di heman demê de di qîrîna raperîna li dijî koledariyê de dît. Cîhanê tevî şahidî kir li bûrkayên hatin şewitandin, rondikên kêfxweşiyê yên jinan û jinên li dijî zilma DAIŞ‘ê serî rakirin.”

Di dewama daxuyaniyê de TJK-E´yê bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 17 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û got, “Gel û jinên Kurd, sîstema Îmraliyê qebûl nekirin û wê qebûl nekin. Li ser vê bingehê kampanya me ya bi şiyara ‘Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe çalakiyan li dar dixin’, weke TJK-E heta em ji Rêbertiyê agahiyekê wergirin, em ê çalakiyên xwe xurt bikin û bidomînin. Em ê bi şiyara ‘her roj roja çalakiyê ye’ tevbigerin û di heman demê de roja Çarşemê jî weke roja sembol a vê pêvajoya çalakiyan destnîşan dikin.”

TJK-E da zanîn ku ew ê her roja çarşemê bi meclîs, komun û însiyatîfên xwe yên li hemû welatên Ewrûpayê çalakiyan li dar bixin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN