Li Başûrê Kurdistanê roja 10’ê Adarê weke roja cilûbergên Kurdî hatiye pejirandin û her sal bi cilûbergên Kurdî pêşwaziya vê rojê dikin.

Bi biryara Parlamena Herêma Kurdistanê, di sala 2013’an de 10’ê Adarê weke roja cilûbergên Kurdî hate pejirandin.

Di vê rojê de her sal li dibistanan û saziyên hikûmetê, xwendekar, mamosta û karmend bi cilûbergên Kurdî û merasimekê vê rojê pêşwazî dikin.

Herwiha gelek çalakiyên hunerî, çandî, festîval û çalakiyên rengareng tên lidarxistin û welatî xwe bi cilûbergên Kurdî dixemilînin. 

 

 HEWLÊR