ADEM KARAÇOBAN / STRASBOURG


Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ber avahiya Konseya Ewrûpayê roja xwe ya 4´an li pey xwe hişt û îro çalakî wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê û mîtîngekê bi dawî bibe.

Kurdistanî doh berê sibehê li kona li ber avahiya Konseya Ewrûpayê civiyan, û bi sloganan û belavokan doza azadiya Ocalan kir. Li ber konê çalakiyê ji bilî posterên Ocalan, alayên TJK-E û Ciwanên Azad alayeke mezin a ERNEK´ê jî daliqandiye. Wekî din pankarta li ser nivîsandî “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê statu” jî balê dikişîne ser xwe.


Her roj semîner hene

Li konê çalakiyê her roj semîner tên organîzekirin, û doh jî bi sernavê “Di neteweya Demokratîk de Grîngî û Rola Meclîsan” semîner hat dayîn. Di vê semînerê de li ser navê TJK-E´yê Newroz Serhat gotarek pêşkêş kir. Serhat îşaret pê kir ku meclês ew mercî ne ku çareseriyan ji pirsgirêkên gel re bibînin û divê meclîs êdî bibin bêhtir xwedî karîgerî. Serhat îşaret bi girînbgiya çêtir organîzekirina xebata meclîsan kir û got, xebatên komunal girîng in û meclîs divê di danasîna çanda Kurd de jî bibin xwe dî rol.


Çalakî îro bi dawî dibe

Çalakiya bi destê Tevgera Jinê a Kurd li ewrûpayê (TJK-E) û kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan li Ewrûpayê (KCDK-E) tê organîzekirin, îro saet 13´an bi mîtîngekê û daxuyaniyeke çapemeniyê wê bi dawî bibe.