Li Parlementoya Ewropayê Konferansa Komkujiya Helepçe û Enfalê tê ji aliyê KNK û Koma Kesk û Çepgiran a Parlementoya Ewropayê (GUE/GNGL) ve hat lidarxistin. Deklerasyona konferansê hate aşkerekirin. Di deklerasyonê de hate diyarkirin “Divê roja 16’ê Adarê weke roja navneteweyî ya li dijî çekên kîmyewî û komkujiyan bê îlnakirin” û ji bo Roboskiyê jî hate xwestin ku NY, KE û PE komîsyonek bişînin herêmê.
Konferans di 8’ê adarê de bi sernavê “Bîranîna Komkujiya Helepçeyê û Karanîna Çekên Kîmyewî li hemberî Kurdan” pêk hat û gelek kesayet ji parçeyên Kurdistanê beşdar bûn. Di konferansê de Komkujiya Helepçe û karîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve jî hate gotûbêjkirin.
Di deklerasyona di encama koferansê de hate amadekirin de, hate bibîrxistin ku konferans di Roja Jinên Kekar ên Cîhanê de pêk hatiye û ji ber wê jî 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin.
Di deklerasyonê de wiha hate gotin; “Beşdarên konferansa me ji çalakên mafê mirovan, siyasetmedar, qurbanên komkujiya Helepçeyê, akademisyenên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê pêk hat. Di konferansê de, komkujiyên li hemberî Kurdan û komkujiyê van demên dawiyê yên li Roboskî û Geliyê Tiyarê jî hatin gotûbêjkirin.”
'Encama polîtîkayên înkarê komkujî ne'
Di konferansê de bal kişandin ser Komkujiya Helepçe ya di sala 1988’ê de ji aliyê rejîma Seddam ve li hemberî Kurdan pêk hat û dîroka Kurdan komkujiyek herî mezin e. Di deklerasyona konferansê de hate destnîşankirin ku piraniya komkujiyên bi serê Kurdan hatine ji di encamên polîtîkayên înkar û tunekirinê de pêk hatine.
Bêdengî û hevkariya navneteweyî
Her wiha, di konferansê de bêdengî û hevkariya welatên Ewropa û cîhanê ya di komkujiyên li hemberî Kurdan de hate şermezarkirin. Di konferansê de bal kişandin ser nêzîkatiyên Ewropa û rêxistinên navneteweyî yên li hemberî pirsgirêka Kurdan û bal hate kişandin ku van welatan di dîrokê de alîkarî dane welatên ku komkujî bi serê Kurdan anîne û bang li wan hate kirin û dest ji vê alîkariyê berdin.
'Divê komkujî bê qebûl kirin'
Di konferansê de bang li rêxistinên navneteweyî yate kirin ku bi awayeke fermî Komkujiya Helepçeyê weke “qirkirin” qebûl bikin û berpirsyartiyên xwe yên li hemberî Komkujiya Roboskiyê bi cih bînin.
Ji bo Helepçeyê bang
Di konferansê de ji bo Helepçeyê ev bang li YE, rêxistinên navneteweyî û rêberiya Iraqê hate kirin:
- Em bang li YE û NY’yê dikin ku Helepçeyê weke sucê mirovahiyê û komkujiyê bi awayeke fermî qebûl bikin,
- Divê li hemberî poîtîkayên ku li dijî Kurdan û gelên din bibin sedema komkujiyan bibin xwedî helwest.
- Em bang li hikûmeta Iraqê ku tazmînata qûrbaniyên komkujiyê bide. Dîsa em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku divê bi awayeke fermî biryar bide ku her sal di 16’ê Adarê de ji bo rêzdariya ji Komkujiya Helepçeyê re deqeyek bêndengî li hemû welat hebe.
- Ji bo hikûmeta Iraqê bi fermî lêborînê ji Kurdan bixwaze divê Parlementoya Ewropayê bikeve nava hewldanan û zextan li hikûmeta Iraqî bike.
- Divê hikûmetên Ewropay û hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ku Helepçeyê weke qirkirin qebûl kirine, ji bo komkujiyên dên li welatên cîran li hemberî Kurdan pêk hatine, di asta navnetetewî de bê nasîn, hewl bidin û piştgirî bidin.
- Em bang li Parlementoya Ewropayê dikin ku roja 16’ê Adarê weke roja navneteweyî ya li dijî çekên kîmyewî û komkujiyan îlan bike.
Komkujiya Roboskiyê
Di deklerasyona konferansê de ji bo Komkujiya Roboskiyê jî wiha hate gotin;
“Di 28’ê berfanbara 2011 de, di navbera demjimêr 21:30-22:30 de balafirên şer ên Tirk, li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, komek sivîl bombebaran kir û ev kesane bi barên xwe ve ji Iraqê dihatin û sînor derbas dikirin. Di encamaê de 17 jê zarok 35 kesan jiyana xwe ji dest dan, keseke birîndar û 2 kes jê rizgar bûn. Her çendî 71 roj bi ser vê komkujiyê re derbas bûye lê lêpirsîneke cidî nehatiye kirin.
Weke encam; mafê jiyanê yên 35 kesan jê hatine wergirtin. Bi vê yekê vê peyamê didin: Ger hûn polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewlet Tirk qebûl nekirin, hûn bi vî awayî tune bibin.”
Her wiha di berdewama deklerasyonê de hate destnîşnakirin ku berpirsên komkujiyê nehatine darizandin û bang li dewleta Tirk hate kirin ku di demek kurt de lêpirsînê bi encam bike û berpirsan derxîne pêşberê darazê.
'Delegasyon bişîni Roboskiyê'
Di encamnameya konferansê de ev hişyarî hatin kirin:
- Em vê komkujiyê weke kuştineke kiryar nediyar dibînin û daxwaz dikin ku ev bûyer bi awayeke fermî weke komkujî were qebûlkirin.
- Ev komkujî berdewama kuştinên bêdaraz ên ku di çarçoveya “Tekoşîna li dijî Teror” de têne pêkanîn e.
- Em bang li welatên YE û NY’yê dikin ku ji bo dewleta Tirk dest ji polîtîkayên tundiyê û rêbazên tarî yên li hemberî Kurdan berde û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, zextê li Tirkiyeyê bikin.
- Divê rêxistinên neteweyî û navneteweyî zêdetir lêkolînê li ser bûyerê bikin û ji bo vê yekê jî divê derfet bêne dayîn.
- Di dawiyê de, em bang li komîteyên mafê mirovan ên NY, Konseya Ewropa û Yekitiya Ewropayê dikin ku delegasyonek bişînin herêmê û der barê bûyerê de lêpirsîn pêk bînin.
ANF/BRUKSEL