Rojnameya Roja Newe sala 1963´yan bi 2 zimanan bi tenê yek hejmar derketibû. Di vê hejmara rojnameya ji xwe re Rojnameya Tirkî - Kurdî gotî de yekem metnên çapkirî yên modern ên Kirmanckî jî hene. Ji ber wê jî wisa tê qebûlkirin ku weşan û çapa serdema modern a bi Kirmanckî bi vê rojnameyê dest pê dike.
Bi hebûna rojnameyê dihat zanîn, lê niha Kurdolog Mutlu Can xwe gihand nusxeyeke wê û ew li arşîva Kurdan û ya Kurdî zêde kir. Derbarê mijarê de di BasNewsê de nûçeyeke berfireh derketiye.
Mutlu Can, dibêje Roja Newe yek ji 3-4 periyodîkên beriya salên 1970´yî çap bûyî ye û wiha dewam dike: “Rojname nexasim ji bo Kirmanckiyê girîng e. Lewma, li gorî agahiyên ber destê me, di vê rojnameyê de em metnên Kirmanckî yên herî pêşî yên li Tirkiyeyê hatine çapkirin, dibînin. Yanî sala 1963´yan û Roja Newe ji nivîsa serdema modern a Kirmanckî re destpêk e. Sembolîk e ji ber ku bi Kirmanckî du metnên kurt tenê hene. Yek ji van bi sernivîsa ´Maceraî Silêmonî Gince´ çîrokeke gelêrî ye, ya din jî bi navê Xano Hecî straneke govendê ya anonîm e ku ji Çewlikê hatiye berhevkirin. Herdu jî di rûpelê 4´ê yê rojnameyê de derketine.”
Belkî detayeke din a muhim ew be ku navê rojnameyê bi Kirmanckî ye, Roja Newe yanî Roja Nû.
Li Milli Kutuphaneya Tirkan bû
Mutlu Can dibêje, Dogan Kiliç Şihhesananli muhtemelen rojname derxistiye, ew ji xwe di rûpelê 8´ê yê rojnameyê de jî weke xwediyê wê hatiye pênasekirin: “Dogan Kiliç Şihhesananli (bi paşnavê Hasananlı bi pirranî) rewşenbîr û neteweperwerekî Kurd ê Kirmanc e li Erzînganê ji dayikbûyî (bi eslê xwe ji Dêrsimê) ye, ew rojnameyê derdixe bi ya min. Navê wî di rûpelê 8´an de di kunyeyê de weke xwediyê rojnameyê heye. Li gorî agahiyên min ew sala 1975´an weke penaber li Norwêcê bi cih bûye, piştî ku 2004 yan jî 2005´an li Romanyayê wefat jî kiriye, li Norwêcê hatiye defnkirin.” Mutlu Can li Enqereyê, li Milli Kutuphaneyê 19´ê Sibata 2019´an xwe digihîn nusxeyeke vê rojnameyê û du kopiyên wê li ber çêdike. Ji bo ku her kes û nexasim jî lêkoler xwe bigihîninê dide xwediyê malpera arşîvakurd.orgê û ev rojname jî li wir tê weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN