Li bajarê Newport ê Welatê Galiyan, ji bo Îmam Şîş ê ku ev 72 roj in di greva birçîbûnê de ye, piştgiriyeke xurt heye.

Îmam Şîş li Navenda Civaka Kurd (NCK) a li bajarê Newportê di grevê de ye. Serdanên ji bo piştgiriyê jî dewam dikin. Parlamentera Meclîsa Welatê Galiyan ya ji partiya Plaid Cymru, Deleyth Jewell tevî heyeteke pê re çû serdana Şîş û piştgirî da wî. Jewell her wiha peyama Serokê Giştî yê Plaid Cymruyê Adam Price jî gihand Îmam Şîş.

Delyth Jewell li NCK´ê demeke dirêj bi Şîş re sohbet kir û li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê û tenduristiya berxwedêrên greva birçîbûnê yên li welatên din agahî wergirtin.  Peyama Serokê Giştî yê Plaid Cymru Adam Price jî ku ji aliyê Jewell ve hate ragihandin, wiha ye: “Bi navê endam û rêveberên Plaid Cymru, ez piştgiriya gelê Kurd û hevrêyên xwe yên Kurd ên berxwedêr hemûyan dikim. Têkoşîna we têkoşîna me ye. Têkoşîneke rûmetê ye, aştiyê ye, edaletê ye. Ji bo azadiya gelê xwe hûn bi bedena xwe li ber xwe didin ku ev yek mezinahiya têkoşîna we nîşan dide. Heta ku gelê Kurd bibe xwedî mafên xwe, em ê nesekinin, em ê bixebitin.”

Price peyama xwe bi gotina “Bijî Kurdistan” bi dawî kir.

 

ANF / NEWPORT