Defend Rojava ji bo beşdariya çalakiyên 2´yê Mijdarê Roja Rojava a Dinyayê bang li xelkê kir û xwest çalakî girseyî û bi ezamet bin.

Di daxuyaniya xwe de wê xwest Tirkiye ji deverên dagirkirî bê derxistin, ji ber sûcên kirî bê cezakirin û qirkirin bê astengkirin.

Li Ewrûpayê miletê Kurd, Kurdisanî û dostên wan li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk her roj çalakiyan dikin, boykotkirina Tirkiyeyê û malên Tirk xurt dikin. Ji bo vê Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî jî malavahiya wan kribû.

Niha Defend Rojava ji bo Roja Rojava Cihanê çalakî werin lidarxistin û xelk beşdar bibe, bang kir.

Defend Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê de em berxwedanê geş bikin û dakevin qadan” û hate destnîşankirin, “Wê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê bibin yek û çalakiyên girseyî û mezin pêk werin.”

Defend Rojava berxwedana rûmetê ya li Rojava silav kir û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da ji ber ku dagirkerî pejirandine. Wê xwest ji bo rawestandina dagirkeriyê biryarên berbiçav bên bicihanîn.

Tirkiyê ji Rojava derxin û wê ceza bikin

Daxwazên wê ev in: “Divê dewleta Tirk xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî Efrînê biterikîne. Ji bo astengkirina qirkirina etnîkî û jenosîdê divê hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe pêk bînin û qada hewayî tavilê bê qedexekirin.

Divê bê kirin ku mirovên ji Rojava hatine koçberkirin bi rengekî ewle li warê xwe vegerin.

Der barê komkujiya sivîlan û çekên kîmyewî yên hatine bikaranîn divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin û Erdogan lê bê darizandin.

Divê ambargoya aborî û çekan li dewleta Tirk bê ferzkirin.

Ji bo şer fînanse neke divê tûrîzma Tirk û malên Tirk bên boykotkirin û nebin hevparê komkujiyan.”

Li seranserê Ewrûpa çalakî

Çalakiyên li Ewrûpayê wê 2´yê Mijdarê pêk bên jî ev in:

ELMANYA

Berlin: Li Alexander Platz, saet 13:00´an

Koln: Li ber Hbf (Gara Trênan a Navendî), saet 13:00´an

Stuttgart: Li Lautenschlagerstraße, saet 14:30´î

Frankfurt: Li Hauptbahnhof, saet 15:00´an

Darmstadt: Li Luisen Platzê, saet 14:00´an

FRANSA

Bordeaux: Li Maison Citoyen, saet 13.00´an

Parîs: Li Place de la République, saet 15.00´an

Rennes: Li Place Colombier, saet 13.00´an

Strasbourg: Li Place de la République, saet 14:00´an

Lyon: Li Place Guichard, saet 16.00´an

Marsîlya: Li Place Canabiere, saet 13.00´an

Toulouse: Li Metro Capitole, saet 14:00´an

Nimes: Li Maison Carrée, saet 14.00´an

SWÎSRE

Basel: Li Theaterplatzê, saet 12.30´an

AWUSTURYA

Viyana: Li Langelängenfeldgasse13, 1120 Wien, saet 14.00´an

Graz: Li Graz Hauptplatz, saet 14.00´an

HOLANDA

Roterdam: Li Hollanda Rotterdam 1940 Plein, saet 14:00´an

INGILÎSTAN

London: Li Marble Arch, saet 13.00´an

Liverpool: Li 93 London Road L3 8JA, saet 11.00´an

Brighton: Li 12 London Road. BN1 4JA, saet 13.00´an

SWÊD

Stockholm: Li Sergels Torg, saet 13.00´an

Goteborg: Li Gustav Adolfstorg, saet 13.00´an

Malmo: Li Gustaf adolfstorg Malmo, saet 13.00´an

FÎNLANDIYA

Helsînkî: Hakaniemen tori 00530 Helsînkî, saet 15.00´an