Ez ê îro qala bûyereke kujertiyê bikim. Wekî ku însanê nemir Gabriel Garcia Marquez di pirtûka xwe ya bêhempa "Duşema Sor" de behs dike, kujertiyeke bi wî rengî. Ew kujertî ku; kî kuştiye, kî hatiye kuştin û ji bo çi kuştine, tê ji bîr kirin, berewajî wê, her kes li gor berjewendiya xwe sûdê jê werdigire... Ew kujertiya ku em ê qala wê bikin, di dîroka tarî ya Osmaniyan de lîstikeke mirinê ye. Ku tê zanîn di vê dîrokê de lîstik pirr e, mirin her wisa, kuştin, qetlîam û komkujî her wisa, ango ji bo desthilatdariyê lîstik çi ye, kî dileyîze, kî dikesibîne û kî wenda dike jî heta dawî ya lîstikê kes pê nahise… Lîstikeke bi vî hawî... 

Êvarek... Êvareke tarî, li Stenbolê... Wê êvarê, di dema êvarên serobinobûna desthilatdariya Osmaniyan de bûyerek diqewime. Di taritiya wê êvarê de şexsiyeketê muxalîf ê Kurd, ji eslê xwe ji Slêmanî Mevlanzade Firat, tevî Mevlanzade rojnamevanê ku di rojnameya Mevlanzade "Serbestî" de dixebitiya Hasan Fehmî, yek jî Ertugrul Şakir Beg bi hev re diçûn mala Mebûsekî wê demê, Mufît Begê. Mal li Stenbolê, li Galatayê bû. Çûn... Li malê heta dirêjiya şevê sohbet kirin û di nîvê şevê de ji malê derketin. Hingê ku hatin li ser pire ya Galatayê, li paş wan însanekî kujer nêzî wan bû. Bi armanca kuştina Mevlanzade Rifat, du gule berdan… Pê wan guleyan Hasan Fehmî Beg li wir jiyana xwe ji dest da, (ku di dîroka Tirkiyê de jî yekemîn "şêhîdê Çapemeniyê" tê qebûlkirin), Ertuğrul Şakir Beg jî bi birîneke giran ji mirinê filitî. Di rastiyê de armanc kuştina Mevlanzade Rifat bû... Kujerê rastîn jî padişahê wê demê Abdulhamitê Duyemîn û desthilatdarên wê demê bûn. Lê gelo bi çi sedemê? Çi dibû ku padîşah û hemû desthilatdarên Osmaniyan ketibûn pêy nivîskarekî Kurd û mirina wî dixwestin? Ji wê wêdetir, berdêla vê bûyerê jî dîsa li dijî wan desthilatdaran dê bibûya hinceteke serîrakirina gel... 

Dîroka roja 6 Nîsan 1909, êvarek ji êvarên Stenbolê, ev kujertî qewimî, lê bi şaşitî ne Mevlanzade, nivîskarê Serbestiyê, Hasan Fehmî hatibû kuştin. Ev kujertî li ser gel tesîreke ewqasî neyînî danî ku, nerazîbûna gel ewqasî bilind kir ku, piştî 4 rojan gel êriş bir ser paytextê, şerekî mezin çêbû, Abdulhamîd ji textê daxistin û Reşat Paşa li dewsa wî derket ser textê. Îtîhadiyan, êrişa gel bi rêya çekdarî têk bir, Mewlanzade jî rastî tunditiya Îtîhadiyan hat, piştî 15 rojan, Serbestî hate girtin, Mewlanzade jî, ji bo 10 salan, bi sirgûnî şandin Misrê. Berî hingê di 25 saliya Mevlanzadeyî de zindanî hebû, vêcar Mevlanzade di 40 saliya xwe de dîsa dest bi sirgûniyeke din kir.

Wek tê zanîn, di dîroka Kurdistanê de, ji destpêkirina weşana rojname ya "Kurdistan"ê bigirin heta roja îro, di jiyana rojnamevanan de çendîn bûyerên zor û zehmetiyê qewimine. Ji malbata Bedirxaniyan bigirin, Mewlanzade Rifat, Abdullah Cevdet, mamosteyê nemir ê zimanê Kurdî û nivîskar Xelîl Xeyalî, Hemzeyê Muksî, Memdûh Sêlîm Beg, Osman Sebrî, Nûreddîn Zaza, Cîgerxwîn, Qedrî Can û hwd... Ev hemû rojnamevan, di bingeha rojnamevaniya Kurdistanê de bûn kevirên ruhiyetê, ruhiyeteke şoreşgerane...  

Lê çawa ku bi rojnameya "Kurdistan"ê re zehmetiya rojnamevaniyê destpê kir û bi kujertiya Hasan Fehmi yê rojnamevan a Serbestiyê gihaşt asteke dijwartir, di salên 1990'î de jî hêjayiya rojnamevaniya Kurdistanê guherî, lê heman xêz domiya. Qedera rojnamevaniya Kurd, bi zor û zehmetî, bi fişar, berxwedaniyê ve meşiya, lê bi kuştina hevalê Cengîz Altûn gihaşt asteke din. Piştî Cengîz Altûn, roj bi roj kuştina rojnamevanên Kurd wekî bûyereke ji rêzê dewam kir. Hafiz, Apê Mûsa, Huseyîn Denîz û hemû şêhîdên Çapemeniya Azad, pêmayiyeke mezin danîn li ber gelê Kurd. Ligel van hevalan, rêya ku bi pratîka Gurbetellî hate vekirin jî asoyeke din bû ji bo rojnamevaniya Çapemeniya Azad. Li vê rêya ronak, çendîn heval, rojnamevanî û şoreşgerî bi hev re meşandin û hê jî dimeşînin. Ev pêvajo jî bi tena bi ser xwe xeteke wisa fireh û şoreşgerane vekir ku, ev jî di dîroka rojnamevaniyê de rûpeleke nû ye. Ne tenê ji bo Kurdistaniyan jî, ji bo hemû dunyayê û ji bo hemû pêvajoyên şoreşên dunyayê.