Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 70´yî li seranserê Kurdistanê hat pîrozkirin. Bi wesileya rojê peyama şikadina tecrîdê û azadiya Ocalan hat dayîn.
4´ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, û li seranserê Kurdistanê bi çalakiyên cûr bi cûr hat pîrozkirin. Şaredariya Gel a Serêkaniyê ya ser bi kantona Hesekê bi rasthatina rojbûna Ocalan amadekariya avakirina şitilgehekê dike. Şaredariya Gel a Serêkaniyê dê 130 daran ji cureyên cuda tê de biçîne. li ser mijarê, hevseroka Şaredariya Gel a Herêma Serêkaniyê, Nesrîn Selah axivî û got, “Gelek cureyên daran, di nav de zeytûn jî wê di şitilgehê de werin çandin, wek bersivekê li ser qutkirina dewleta Tirk a dagirker a darên zeytûnan.” Nesrîn rojbûna Ocalan li tevahiya gelê herêmê pîroz kir û bang li şêniyan kir ku xwezayê biparêzin û daran nebirrin.
Destpêka naskirin û xwedîderketinê
Bi heman armancê 4´ê Nîsanê rojbûna Ocalan, li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê jî hat pîrozkirin. Şêniyên ji bajarê Helebê yên ku di salên 90’î de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, rojbûna Ocalan a 70`yî pîroz kir û got, ev rojbûn wek zayîneke nû ye ji gelê Kurd re û destpêka naskirin û xwedîderketina gelê Kurd li doza xwe ye.
Zilm wê bi dawî bibe
Pêkhateyên kantona Efrînê ji Ermen, Êzîdî û Xiristiyanan jî rojbûna Abdullah Ocalan wek hilatina rojê piştî salên zilmê li ser gelên Rojhilata Navîn bi nav kir û hêvî kir ku di 4`ê Nîsanê de tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin, bi dawî bibe.
Li ser rêya azadiyê dimeşin
Şêniyên kantona Efrînê ku li Şehbayê dimînin, li elaqedarî mijarê hestên xwe îfade kirin. Gîvara Ednan yê Êzîdî got, “4`ê Nîsanê rojbûna Ocalan e. Ew roj kaxizeke spî û nû ye û tê de jiyaneke ji deshilatdarî û dîktatoriyê dûr, hate afirandin. Hemû kesên ku fikr û felsefeya Ocalan pêk tînin, li ser rêya azadiyê dimeşin.”
Wê bibe sala azadiyê
Jina Ermen a bi navê Hêvîn Ehmed jî got, “Em hêvî dikin ku di vê roja pîroz de agahiya bidawîbûna tecrîda giran a ku li Ocalan hatiye ferzkirin, bibihîzin û Ocalan azad bibe.
4`ê Nîsanê hilatina rojê
Xoşnav Mele Elî yê ji pêkhateya Xirîstiyan jî destnîşan kir ku gelê herêmê 4`ê Nîsanê wek hilatina rojê piştî salên tarî û zilmê li ser tevahiya ol û çînên civakê dibîne.
Ji bo Ocalan dar çandin
Şêniyên bajarê Qamişlo jî bi dirûşma “Bi ruhê 4`ê Nîsanê, em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi rêber Ocalan re azad bijîn” li Çerxerêya Şehîd Osman Sebrî kom bûn û 100 dar li ser rêya hizam a ku li bakurê bajêr e, çandin.
Li navçeya Tirbespiyê jî bi sedan kesî berê xwe da Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan û baxçeyê Çerxerêya Azadî û dar li wan çandin.
Meha Nîsanê pîroz e
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi peyamekê rojbûna Ocalan pîroz kir û got; “Di baweriya civaka Êzîdî de Nîsan meha herî pîroz û meha vejîna gerdunê ye. Di 4 Nîsanê de rojbûna Rêber Apo ji bo me xwedî wateyeke mezin e. Rojbûna Rêber Apo vejîna jiyaneke azad a gelan e.”
Em bûn xwedî proje û îrade
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di dawiyê de got; “Em weke civaka Êzîdî, ji bo me Rêber Apo sembola berxwedan û hêviyê ye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo piştî 73 fermanan me xwe bi çanda berxwedanê, li xwe xwedîderketinê û xwe naskirinê nûjen kir. Ji bo vê jî em weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi fikr û felseya neteweya demokratîk bûne xwedî proje û îrade. Di hemû aliyan de bûne xwedî biryar. Êdî em serî ji ti kesî re natewînin, ber bi xweserî û mafê xwe yê rewa ve dibezin. Em wê sozê didin Rêber Apo ku Êzidxaneke xweser û demokratîk weke ku ew dixwaze, ava bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN