MÛRADA KENDA / OLVA HAC MENSÛR / ANHA / HESEKÊ

Gundê Jinwar ê ku li Bakurê  Sûriyê ye, tenê jin tê de dijîn, îsal wê cara duyem 8’ê Adarê li gund were pîrozkirin. Endama Desteya Rêveber a gundê Jinwar, Rûmet Heval der barê girîngî û bandora gund li ser civakê de axivî û got, “Ev sala duyem e ku li Jinwar 8’ê Adarê tê pîrozkirin. Gelek jinên welat û cihanê bi xebatên ku li Jinwarê hatine meşandin, serbilind in û têkoşîna xwe li ser vê didin meşandin. Li bajarê Kobanê, û Dera Zorê wê gundên jinan bên vekirin. Li Dera Zorê mamosteyekê 3 donum erd diyarî Komîteya Jinwar kir ku li wir warekî jinan wê bê avakirin. Pêwîstî bi warê jiyanê yê jinan heye.”

Pirtûka gundê Jinwar

Di nava gundê Jinwar de komîna Înternasyonalan jî heye. Ji dewletên weke Elmanya, Kenya, Ingilîstan û Fransa gelek jin ji bo dîtina gundê jinwar tên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Endamê komînê tekîldarî gundê Jinwar amadekariya nivîsa pirtûkê dikin. Endama Komîna Înternasyonalan, Nûjîn Derya ya bi eslê xwe  Elman e, diyar kir ku ev gund wê di dîrokê de bi tipên zêrîn cihê xwe bigire.

8’ê Adarê li gundê Jinwar

Yek ji şêniyên gundê Jinwar, Fatma Emîn ku ji bajarê Kobanê ye û bi 6 zarokên xwe re li gundê Jinwar dimîne jî got, “Pîrozkirina 8’ê Adarê li gundê Jinwar pirr cuda ye. Çawa jin di warên eskerî, civakî û hişmendiya têkoşînê de cihê xwe di civakê de digire, em li gundê xwe jî heman têkoşînê dihûnin. Vîna me li gundê me diyar dibe û xwe îsbat dike. Her tişt bi keda me tê çêkirin û jin bixwerêveberiyê dibe bersiva hişmendiya paşverû.”