Di peyama Enstîtuya Kurdî de hate destnîşan kirun ku di qada navnetewî de hemfikîrîna girîngiya piz zimaniyê hatiye famkirin û ji bo vê yekê hewldan tên meşandin. Her wiha hate diyarkirin ku devî vê yekê jî li Kurdistanê zextên dewleta Tirk ên li ser ziman û çanda Kurdî berdewam dikin. Di peyama Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê de wiha hate gotin: "Serdest û rayedarên dewleta Tirkiyeyê hê jî ji vê bîr û baweriyê dûr in. Wisa bawer dikin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê dê Tirkiyeyê parçe bike. Ji ber ku ew hê jî zimanê xwe wekî aleke ji dengan anku wekî sembola desthilatiyê dibînin û naxwazin li hemberî vê alê tu alên din li esmanê vî welatî pêl bidin. Li gorî baweriya me, perwerdehiya bi zimanê dayikê Tirkiyeyê parçe nake, lê qirkirina zimanê dayikê civakê parçe dike."
Her wiha di peyamê de ji bo rawestîna asîmilasyon û zextan ev bang li dewleta Tirk hate kirin: " Em wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin da ku dev ji vê ramana kevneperest berdin û parastin û pêşvebirina zimanên li Tirkiyeyê bi makeqanûna nû mîsoger bikin. Her wiha em bang li gelê kurd û gelên din ên ku zimanê wan tê kuştin dikin da ku ji bo azadiya zimanan dengê xwe bilind bikin, ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dakevin qadan."
STENBOL