
Komîteya Perwerdeya civaka Demokratîk a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo nêzîkbûna roja Zimanê Kurdî şevbuhêrka Helbestê li dar xist. Şevbuhêrk li salona civînan a taxa Şêxmeqsûd bi boneya nêzîkbûna roja Zimanê Kurdî hate liarxistin. Bi dehan mamoste û şêniyên taxê yên ji hemû pêkhateyan beşdarî şevbuhêrkê bûn. Hola şevbuhirkê bi, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên tekoşeran û alan hatibû xemilandin.
Di şevbuhêrkê de çalakiyên cûr be cûr hatin pêşkêşkirin. Bi Kurdî helbestên cûda hatin xwendin. Di şevbuhêrkê de her wiha pêkenok dihatin pêşkêşkirin. Şevbuhêrk bi diruşmeyan bi dawî bû.
HELEB