Endamê Komîteya Rêvebir a Deriyê Sêmalka Mistefa Ebdilezîz diyar kir ku deriyê sînor ji bo alîkariyê û rewşên awarte tenê hatiye vekirin û ne ji bo bibe amûrê koçberiyê hatiye vekirin. Ebdilezîz da zanîn ku Hikûmeta Herêmê soz daye ku rê bide derbasbûna alîkariyên ku welatî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava berhev kirine.

Ebdilezîz destnîşan kir ku wan ji bo derbasbûna welatiyên nexweş ji bo her herêmekê roj destnîşan kirine, li gorî vê rojên şemî, yekşem û duşemê ji bo welatiyên herêmê Dêrik, Girkêlegê, Tirbespiyê, Qamişlo û herêmên girêdayî wan. Rojên sêşem, çarşem û pêncşemê jî ji bo welatiyê herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê hatine destnîşan kirin.

HEWLÊR