
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ragihand, li Kurdistanê di nava 3 mehan de 7 hezar 907 caran mafên mirovan hatiye binpêkirin. Ji ber şer, di nava 3 mehan de 90 kesî jiyana xwe ji dest dane, ku 3 jê pitik in.
ÎHD'ê îhlala mafên mirovan a 3 mehan ku li bajarên kurdan pêk hatiye aşkere kir. Li gorî rapora ÎHD'ê di 3 mehên ewil ên 2017'an de 7 hezar û 907 maf hatin binpêkirin. Di şerê li herêmê de 87 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora mafên mirovan a 3 mehên 2017'an a herêmê li avahiya xwe bi raya giştî re parvekir. Parêzvanên mafên mirovan beşdari daxuyaniyê bûn. Li ser navê komeleyê Serokê Şaxa ÎHD'ê Yê Amedê Racî Bîlîcî rapor aşkere kir. Bilicî îlana OHAL'ê rexne kir û anî ziman ku bi OHAL'ê re binpêkirina mafan qat bi qat zêdetir bûne.
Bilici, destnîşan kir ku di serî de YSK’ê mafê hilbijaran ê dengan îhlal kiriye û dengên "Bê muhr" qebûl kiriye.
Bîlîcî, anî ziman ku piştî pêvajoya pevçûnê dest pê kir îhlal jî zêde bûn û wiha got: "Tirkiye 9 mehin di nava şert û mercên OHAL'ê de tê birêvebirin. Di pêvajoya OHAL'e de KHK hatin derxistin. Ji ber KHK'yan azadiya îfadeyê û azadiya ramanê nemaye. Dîsa azadiya çapemeniyê, azadiya civakî û aborî tev hatiye binpêkirin.
905 giryên nexweş
Bîlîcî, da zanîn ku di 3 mehên 2017'an de zextên li ser girtiyan jî zêde bûne û înfazê bê daraz, îşkence, muameleya xerab, mafên pêşandan û çalakiyan hemû hatin qedexekirin. Azadiya ramanê û îfadeyê ji dest hatin girtin. Azadiya çapemeniyê, tundiya li ser jin û zarokan hat zêdekirin. Ne tenê li derve li girtîgehan jî binpêkrina mafan zêde bûye. Di serdema OHAL'ê de sirgun zêde bûne. Girtî rastî îşkence, muameleyên nebaş tên. Hemû mafên wan ji destê wan tên girtin. Name nadin wan, mafê ragihandinê ji destê wan digirin. Rastî lêgerîna tazî tên û rastî îşkenceya fîzîkî ten.
Li gorî tezbîtên me 323 girtî jê giran herî kêm 905 girtiyên nexweş hene û nayên berdan.
Li her qadê îhlal hene
Bîlicî, destnîşan kir ku di 3 mehên 2017'an Hevserokê Giştî yên HDP'ê jî hene 11 parlamenterên HDP'ê girtî ne. Zextên li siyasetê hêj berdewam dikin. Îro 158 rojnameger û xebatkarên medya girtî ne. Zêdeyî 200 rojnameger tên darizandin. Bi hezaran rojnameger betal in.
AMED