Di helbestên xwe de bê ku wek hinan çiyan di kuna derziyê re derbaz bike, guhê gotinan bade, ji keviran hevirmêş birêse, bi gotinên sade û têgihîştî hestêkî têr dide xwenêr. Ev jî aliyê wî yê xwirt nişan dide û helbestê dide hezkirin.
Cano sala 1974 an li gundê Til Xatûn a girêdayiyê Tirbespiyê tê dunê, dibistana seretayî li gund û ya navîn jî li Tirbesipiyê dixwîne, ew ji sala 1999 vir ve di nava çand û hunerê de ye. Li gel tomarkirina albûmên muzîkê di nava şanoyê de jî cihê xwe girtiye.
Cano di helbestên xwe de êşa şîn û bîranîn, ronahiya bawerî û pesnê, giringiya welatparêzî û dilsozî, girêdana bi rewanpak û rêberan, raperîn û hêviya Rojava bi awayekî gelek xurt li ber çavan radixîne.“
Wî ev berhema xwe ji van rûmetên gelê me re kiriye diyarî: Ji bo Șoreșa rojava, ji bo șehîdên rojava; Rustem Cûdî, Sberî Hewran, Nazîr Yûsif, Xebat Osman, Xebat Dêrik, Nayif Haco, Rêwan Ferho, Kazim, Nicmedîn, Șîlan Kubanî, Silave Efrîn, Șervan Salih Mislim,
ji bo șehîdên malbata Gulo, her sê Sebriyan, ji bo hêza YPG û YPJ, ji bo hemî dilsoz û welatparêzên rojava.
Çend mînak ji helbestên wî:
Ji helbesta Dîroka winda: „Li ser pêlê deryayê, / em li keștiya Nûh siwarbûn! / di nava wan pêlên deriyayê yên har, / di serê çiyayê Cûdî re em pekîn! / Em derbasbûn dema xwekuștinê! / Ser dema Qabîl û Habîl, / em rastî wê dîroka tarî hatin!
Ji helbesta Șêyx Evdo: „Tu bûyî hevalê mirîdê xwe, / tu bûyî bavê belengazê xwe, / tu tifaq û aștî bûyî ji bo miletê xwe, / li Elmaniya, li xerîbiya wêran, /te pișta xwe da koma kuflet û zarokan, / te bi tenê hiștin, dayî Gulê ya dilfereh,“
Ji Helbesta ez û tu: Li ser sînga te ya pîroz,„...Min komarek ragihand! / Û li benda tu zagonan ez nemam, / li ser rûwê te yî qudretî / min neqșeya komara evînê xemiland...”
Ji helbesta Baran û Hêvî: „Ji neyarên li dor me, /bi destê wan bûm arî, /ariya ku barana eșqê bi ser de bariye,“
Ji helbesta bi serenavê Xewna Min: „Me kiras û bedlê zavetiyê û bûkaniyê danî, /û me kefenê xwe di bazara șelavan de bazar kir!“
Ji Helbesta Ji Te Dûr im: „Xwezî bi wê kêliyê / dema em li ser qerexê çemê Cerehê bûn / û te hirî dișûșt, / ez bi hênceta nêçîra masiyan li ba te dimam, / her du lingên te di nava avê de sema digirtin, / wek cawê hîzar û pembû / ji dikana Seyd Xazar.“
Ji helbesta Rustem Cudî: „Heval Rustem ronîya çavên bûka Kurdistanê! / Wa Rojava di kêlîyên azadîyê de jiyan dikê, / wa paytexta Mitaniyan rojên serkrftinê jiyan dikê, / wa keҫ û xortên welatê rojê / destanê zindî dinivîsin.“
Ji helbesta: Rewanê Mino: „Rêwanê min! / Berê te kete Seqiza dilan / evîna te bû Cizîra Botan / cih û warê rê havala Bêrîvan / sunda me tenê bi navê te / tu nayê jibîrkirin ey hevalê“ min!“
Ji helbesta Șehîd Șervan: „Ҫend bihar te derbaskirin Şervanê min? / Ҫend hêvî bi te re man? / Û te gavên ber bi azadiyê ve jimartin, / bîst û yek gul, te li ser axa pîroz ҫandin, / bîst û yek biharên tijî hêvî û ken, / xewnên mezin te ҫendin,“
Jihelbesta Rojava : Îro gur, keftar û rovî, / xwîna kurdan kirin bazara bêbextan, / de rabe Rojava îro roja te ye! / Roja xîret û namûsê ye, / rabe roniya ҫavan! / Li te hetine hev fașistên har û keftarên rû bi qirêj, / bi navê ayina Islamê serî ji gewdan tên jêkirin,“
Nasnameya pirtûkê
Navê pirtûkê: Rojava
Helbestvan : Cano Shakir
Bergê pêşiyê :Roja êvarê li ser deryayê diteyise.
Bergê pașiyê: Li ser zemînê sipî li bin wêneyê helbestwan, beșek helbestê heye.
Rûpel: 102
Weşan: Ar / Istanbûl / Sermawez 2013
Rojava
Rojava; çîrok, Rojava; roman, Rojava; dîrok, Rojava hest û helbest e. Belê îro dilê kurdan li Rojava lê dide. Bi geşbûna şoreşê re, ziman û wêjeyê jî li ser wê xakê pelveda, di nava vê pelvedanî de Cano Shakir jî bi helbestên xwe yê ciwan rengeke nû û têr daye wêjeya me. Navê berhema xwe ya yekem a helbestan „Rojava“ daniye. Naveroka helbestên wî ev navê pîroz bê kêmasî heq kiriye. Ew bi geveke gelek xurt tevê refê helbestwanan bûye.