AZAD SÊFO / MURADA KINDÎ / ANHA / TIL KOÇER


Komîteya Rêveberiya Dibistanan û Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk ên navçeya Til Koçer, gumanên ku dijminên gelê herêmê berlav dikirin û digot, welatiyên herêmê meteryalên nû qebûl nakin, şikandin. Her wiha piştî çend mehan ji amadekariyan karibû hezar û 400 mamosteyî amade bike, hejmara xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ên navçeyê derket 14 hezaran.

Komîteya Rêveberiya Dibistanan û Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk ên navçeya Til Koçber xebatên xwe yên demsala xwendinê li gorî bernameya plansaziya xwe didomîne da ku beşê perwerdehiyê li herêmê pêş bixîne û meteryalên nû li hemû dibistanên herêma Cizîrê û herêmên ji bin destên çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin biçespîne.


Bêhtirî 100 dibistanî hatin amadekirin

Yek ji herêmên ku ji destên çeteyên Cebhet El-Nusra hatiye rizgarkirin, navçeya Til Koçer bû. Çeteyên Cebhet El-Nusra sala 2012’an hemû dibistanên navçeyê veguhertin baregehên eskerî, lê piştî ku navçe di 8’ê Cotmeha 2012’an de li ser destên şervanên YPG û YPJ´ê hate rizgarkirin, kargehên taybet ên girêdayî Komîteya Rêveberiya Dibistanan dest bi paqijkirina bermahiyên çeteyan kir û dibistan sererast kirin û li giştî navçeya Til Koçer bêtirî 100 dibistanî amade kirin.

li bajaroka Til Koçer û gundên girêdayî wê ya girêdayî devera Girê Spî ya herêma Cizîrê niha 128 dibistan hatine amadekirin, 97 dibistanên seretayî, 23 dibistanên navîn û 8 dibistanên amadeyî ne.


1400 mamoste amade ne

Bi armanca birêvebirina çalakiya perwerdehiyê bi awayekî sîstematîk, bi taybetî piştî ku materyalên nû ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk ve hatin amadekirin, Konseya Perwerdehiyê ya Til Koçerê di demsala havînê de bi hevkariya hin mamosteyên dildar, perwerdeyên xurtkirina şagirt û xwendekaran da destpêkirin da ku valahiya ji ber salên bihûrî dagirin.

Komîteya Rêveberiya Dibistanan ku xebatên xwe bi rêk û pêk dimeşîne rastî gelek astengiyan hat, nexasim piştî ku biryar da ku meteryalên nû li dibistanên navîn bi cih bike, hin aliyên ku dijminahiya gelên herêmê dikir, hewl dan ku meteryala nû reş bikin da ku çalakiya perwerdehiyê li herêmên Federaliya Demokratîk ên Bakurê Sûriyeyê rawestînin.

Lê Komîteyê li hemberî van reşkirinan li ber xwe da û mamoste ji bo demsala nû ya xwendinê û li gorî materyalên nû amade kirin. Komîteyê Havînê perwerdeyên amadekirina mamosteyan dan destpêkirin û ji bo vê yekê 20 holên dibistanan veqetandin. Di van perwerdeyan de hemû madeyên materyala nû yên weke bîrkarî, zimanê Kurdî, zimanê Erebî, zanyarî, çand û exlaq hatin dayîn.

Hejmara mamosteyên ku beşdarî çalakiya perwerdehiyê ya par bûne 750 bû, lê bi saya fikra demokratîk û xebatên Komîteya Rêveberiya Dibistanan û Komîteya Perwerdehiyê ev hejmar di sala xwendinê ya 2017-2018’an de gihişt 1400 mamosteyî.


Hejmara xwendekaran jî zêde bû

Di destpêka sala xwendinê ya 2017-2018’an de hejmara xwendekarên navçeya Til Koçerê bi awayekî ber bi çav zêde bû; li dibistana seretayî hejmar gihîşt 11 hezar û 500´î, hejmara xwendekarên dibistana navîn jî 2500 e.

Li aliyekî din Komîteya Rêveberiya Dibistanan bi awayekî asayî civînan ji malbatên şagirtan re ku li dibistanan nehatine qeydkirin, li dar dixe û materyala nû û rêbazên perwerdehiyê ji wan re şîrove dike.


Belavkirina pirtûkan

Komîteya Rêveberiya Dibistanan, kordîneyê bi Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk re dike û pirtûkên materyala nû belav dike. Komîteyê pirtûk li hersê dibistanên seretayî, navîn û amadeyî belav kirin û kêmasiya kêmbûna pirtûkan a par çareser kir. Li aliyê din Komîteyê bi nêzîkbûna zivistanê re sobe û sotemenî ji dibistanan re peyda kirin, her wiha derî û pencereyên dibistanan sererast kirin.


Xwendekar û mamoste ji bo materyalên nû kêfxweş in

Girêdayî mijarê, Endamê Rêveberiya Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Koçer Salim Xelef El-Hemîd di hevdîtinekê de bi ANHA’yê re destnîşan kir ku hejmara mamoste û xwendekaran di dibistanên navçeyê de bi awayekî berbiçav zêde bûye û ji materyala nû jî gelekî kêfxweş in.

Salim Xelef El-Hemîd diyar kir ku Komîteya Rêveberiya Dibistanan, bi komun, meclîs û malbatan re civîn li dar xistin da ku hemû şagirt û xwendekar cihê xwe di dibistanan de bigirin û nifşên paşerojê ji nezantiyê bêne parastin.