Her nivîskar dê sê pirtûkên xwe îmze bikin û ji bo her sê kantonan pirtûkek bişîne. Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Remziye Arslan, diyar kir ku bingeha kampanyaya ew dê dest pê bikin ji bo Şoreşa Rojava û hemû Rojhilata Navîn wek mînakeke hêzdarkirinê ye. Arslan, da zanîn ku ew kantonên hatine avakirin ji bo ku şerên li Rojhilata Navîn kûrtir nebe şensek mezin û mînaka herî berbiçave û wiha got: "Ev kantonên ku hatine avakirin ronesansek li Rojhilata Navîn bi xwe re aniye û ji bo gelên ku aştî û azadî dixwazin re jî bûye hêviyek mezin."  


‚Bi pênûsên xwe piştgirî'

Hevserokê Komaleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz jî da zanîn ku li Rojava gel ji bo zarok û axa xwe têdikoşin û ew wek rewşenbîr û nivîskar jî dê balê bikişînin li ser Şoreşa Rojava. Yilmaz, destnîşan kir ku ew ne tenê ji ber gelê kurd ê li wir piştgiriyê didin Şoreşa Rojava. Yilmaz, têkildarî kampanyayê jî axivî û got ku ew armanc dikin ku pirtûkên di navbera 500-600 nivîskarî bi wan bidin îmzekirin û ji bo her kantonê pirtûkek bişînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo cihanek bi dad, bi sinc û azad em li benda hemû nivîskaran in ku werin bi îmzekirina pirtûkên xwe piştgirî bidin Şoreşa Rojava û em di 24'ê Gulanê de li benda hemû nivîskarên bi sinc û wijdan in."
Nivîskar û Rojnameger Hîcrî Ozgoren jî pirtûkên xwe ji niha ve îmze kirin û kampanya kareke pîroz îlankir. Ozgoren jî diyar kir ku Kantonên Rojava ku hatine avakirin li hember pergala cihanê ya gemar mînakek herî xurt e û netew-dewletên heyî jî li hember vê matmayî mane. Ozgoren, anî ziman ku li cihê welatên cihanê vê pergala xwerêvebirinê bi pêş bixin, ji bo ku ev şoreş asteng bibe têdikoşin û piştgiriya xwe aşkere kir.

DÎHA/AMED