Çalakiyên ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re li serranserê Ewrûpayê dewam dikin. Li bajarê Swîsreyê Baselê komeke înternasyonalîstên jin ên endamê Women Defend Rojava, li balefirgeha navneteweyî çalakiyek kir. Çalakgeran pankartên li ser wan nivîsandî, “Em bi hev re Şoreşa Jinan biparêzin” û “Em Rojava biparêzin! Bi berxwedanê bijîn! Ji bo şoreşa civakî!” hilgirtin û gîşeyên li balefirgehê bloke kirin.
Li paytexta Belçîkayê Brukselê jî li Zanîngeha Bruksel ULB´yê, înternasyonalîstan alayeke dêwana ya YPJ´ê daliqand, fîşegên mija rengîn pêxistin û slogana “Jin jiyana azadî” gotin.
BASEL/BRUKSEL