QAMIŞLO: Li Qamişlo bi dehan kes ji saetên sibê ve çûn serdana goristana Şehîdan a Delîl Sarûxan. Li ser goristanê axaftin hatin kirin û soz hate dayîn ku gelê Kurd dê heta dawî li ser riya şehîdên xwe bimeşe.

KOBANÊ: Li Kobanê îro saet di 08.00’an de welatî li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û ji vir berê xwe dan goristana Şehîdan a li gundê Termik. Welatiyan guzên gulan danîn ser gorên şehîdan.
DÊRIK: Li Dêrikê û Girkê Legê jî bi sedan kes çûn serdana Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Welatiyên ku ji malbatên Şehîdan û endamên sazî û dezgehên civakî pêk dihatin saet di 07.00’an de li meydana Azadî kom bûn û ji vir berê xwe dan goristanê. Di nava welatiyan de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî hebû. Li vir Hevserokê PYD’ê Salih Muslim axaftinek kir û diyar kir ku ew xwedî şans e ku kurê wî şervan ew kirin yek ji malbatên Şehîdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em careke din soza xwe bi şehîd Xebat Dêrik re nû dikin ku em ê tu carî dest ji şopa wî bernedin.”
HESEKÊ: Li Hesekê jî îro saet di 07.00’an de bi sedan kesî berê xwe dan goristana Şehîdan a li gundê Dawidiyê. Her wiha welatiyan serdana gora Endamê Rêveber a PYD’ê Ehmed Husên Husên (Bavê Cûdî) ku li goristana Tel Mitib hatiye definkirin.
DIRBÊSIYÊ: Li Dirbsêiyê îro di saetên sibê de bi sedan kes ji Til Temir, Dirbêsiyê û Serêkaniyê serdana goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkeverê. Li ser goristanê axaftin hatin kirin û soza şopandina riya şehîdan hate kirin.
EFRÎN: Li Efrîn îro bi sedan kes ji saetên sibê ve çûn serdana goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefrê yê li Navçeya Cindirêsa Efrînê û Girstana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ya Efrînê. Li ser goristanan axaftin hatin kirin, her wiha welatiyan gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan.
AMÛDÊ: Li Amûdê jî bi sedan kes û endamên Saziya Malbatên şehîdan çûn serdana goristana Şehîd Îsmaîl Hogir.
TIRBESPIYÊ: Li Tirbespiyê jî bi sedan endamên Saziya Malbatên Şehîdan û şêniyên bajêr saet di 08.00’an de çûn serdana Goristana Şehîdan a li gundê Dugurê. Piştre jî welatî çûn serdana Gora Şehîdan ên li gundê Otilcan. Welatiyan gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan.

 NAVENDA NÛÇEYAN




Cejna piştgiriya Rojava

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) cejna qurbanê ya gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir. KNK’ê di peyama xwe de bal kişande ser gelê Rojava yê ku li hemberî çeteyan tekoşîneke mezin dimeşîne û banga bi tenê ne hêştina Rojava kir. Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê, bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir. Di peyamê de tê destnîşan kirin ku Cejna Qurbanê ji bo civakên Rojhilata Navîn bi qasî li himber zilmê berxwedan tê wateya aştiya civakî û parvekinê û got: “Di serî de li gelê me yê welatparêz û li hemû cihana îslanê piroz be.”
KNK’ê ku diyar kir çeteyên navê Îslamê bikar tînin, li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan pêk tînin, êrîşî gelê Kurd dikin û êdî ev komên mijara gotinê ji aliyê hemû alema Îslamê ve hatin naskirin. KNKê bibîr xist ku rêjeyeke zêde ya gelê Kurd Misilmane û wiha berdewam kir: “ Di pêvajoyekî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoya çareseriyê berdewam dike de, dewleta AKP’ê li di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de dîwarê şermê lêdike. Em vê nêzikatiya dewleta AKP’ê nelet dikin û gelê Kurd vedixînine dijî derketina çêkirina vî dîwarî. Pêwîste baş bê zanîn ku Cemeata Gulen û AKP veguherîne maskeye welatên rojavayî û dixwazin hemû Rojhilata Navîn jehir bikin.
Gelê Kurd pêwîste nerazîbûnê li hemberî faşîzma ku bi alîkariya cemeata Gulen û AKP’ê çeteyan derbasî Rojava dike bidin û di asta herî jorde piştgiriyê bidin gelê Rojava. Wekî din jî pêwîste ti hêzên siyasî nekevine nav vê lîstika AKP û alema Îslamê jî li hember yên ku olê bikartînin ku komkujiyan li ser gelê Kurd pêk tînin bêdeng nemîne. Bi vê boneyê em bi hemû hezkirina xwe Cejna Qurbanê ya alema Îslamê û gelê Kurd pîroz dikin.”

Ji Komîteya Baweriyan peyam

Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê, balkişan li ser Cejna Qurbanê ku van rojan de  wê bê piroz kirin û da diyar kirin ku civaka îslamiyetê bi gelek pirsgirêkên mezin re rûbirûye. Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê da diyar kirin ku bixwe dinava civaka îslamê de jî bi rastiya îslamê re nabe yek û di nava hemû alema îslamê de jî buye cihê bûyerên bi êş.  
Di peyama Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê wiha tê gotin:“Hama bêje her roj li welatên wek  Iraq, Sûrî û Misrê bi dehan kes tên qetilkirin û bi hezaran li ser axa xwe û cihê xwe derdikevin. Ya herî xirab jî, vî şerê bi kirêt di nava civaka îslamî de li ser navê îslamê dikin.” Di peyamê de tê gotin ku tişta îro pêwiste divê dinava civaka îslamî de tenê îslama rast bê paristin û wiha pêde diçe. “îslamiyet parsitin tê wateya paristina aşitî, gel û olên cuda û komên baweriyan  û çandên cuda.” Di peyamê tê desttnîşan kirin ku, di warê xebatên rûnakbiriya Kurdan de yek jî rastiya îslamê fêmkirine, ev yek jî xebatekî herî  mezin ya  doza îslamê ye û wiha pêde diçe: “ Yek ji xebatên îslamê ne. Berxwedana mezina gelê me li Rojava dayî nişankirin, paristina aştî, edalat û biratiyê ye. Bi vê ve jî sinordar nemaye gelên  Ereb, Asûrî-Suryanî, Mahalemî, Ermenî, Tirkmen  û baweriyên Xiristiyantî , Êzdî, elewî û Durzî ji di parêze. Ev paristin cewherê îslamê û nirxê îslamê nişan dike û di parêze. Lewma eger Hz. Pêximber jî sax ba wê ev li ser vî bingehî paristin bibîta. Hz pêximber li Medineyê bi paristina hemû baweriyan û komên kebîleyan mezin ma, hem jî li ser rêgezên  îslamê li vêderê sistemekî siyasiya civakî ya  dadane û demokratîk saz kir.”

BRUKSEL/BEHDÎNAN