Li Rojava nîqaşên ji bo Cenevreyê û rêveberiya demî gur dibin.  Komîteya Peywendiyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di çarçoveya xebatên civîna Cenevre-2 û rêveberiya demî de bi Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê re civîn pêk anî. Civîn li Navenda Rêveberiya Peywendiyên Dîplomatîk hate lidarxistin û endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, endamên Komîteya Peywendiyên Dîplomatîk Hekem Xelo, Ebdulkerîm Omer û Tala Şexmûs, Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Suriyê Salih Gedo endamê mekteba siyasî ya Partiya Çep Imran Sehid, endamên qomîta navendî Cengîdar Mihemed û Fewaz Kano tevlî bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, li ser amedekariyên kurdan ên ji bo civîna Cenevre-2 û rêveberiya demî nîqaş hatin meşandin. Hate destnîşankirin ku beşdarên civînê li ser mijarên ku kurd serbixwe tevlî Cenevreyê bibin û rêveberiya demî xurtir bikin li hev kirine.
Her wiha hate gotin di civînê pêşniyara ku Meclîsa Gel Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) ji bo amadekariyên Cenevreyê bi hev re xebat bikin.

Bi Meclîsa Êlên Kurdî  civîn

Komîteya Têkiyên Diplomasî ya Tevgera Civama Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Êlên Kurd ên herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo lihev civiyan û projeya rêvebiriya demî nirixandin.
Duh li bajarê Qamişlo nûnerên Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û nûnerên Meclisa Êlên Kurd ên herêma Cizîrêlihev civiyan û projeya Rêvebiriya Demî nirixandin.
Di civîna ku li navenda Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya TEV-DEM`ê ya li taxa Xerbî ya Qmişlo hate lidarxistin de endamê Desteya Bilind a Kurd  Aldar Xelîl, ji Komîteya Têkiliyên Dipomasî Hekem Xelo, Ciwan Fatimê, Ebdilkerîm Umer û Xedîce Ibrahîm û ji meclisa Êlên Kurd yên Cezîrê jî 15 endam amade bûn.
Meclisa Êlên Kurd diyar kir ku pêwîste hemû hêzên Kurdî û partiyên di nava Encûmana Niştimanî a Kurd li Sûriyeyê de jî cihê xwe di nava rêvebiriya demî de bigirin. Endamên Komîteya têkiliyan ya TEV-DEM`ê jî dan zanîn ku yekîtiya herdû meclisan dê hêza Kurdan a li civîna Cenevra-2 de xwurt bike. Komîteya têkiliyan diyar kir ku ji bo yekîtiya herdû meclisan roleke girîng dikeve ser milê Meclisa Êlên Kurd.
Endamê Meclisa Êlên Kurdan Ebdilqadir Ûtê ji ANHA`ê re axivî û da zanîn ku projeya rêvebiriya demî di dîroka Rojavayê Kuridistanê de geveke girîng e. Ûtê diyar kir ku pêwîste hemû hêzên Kurd cihê xwe di nava vê rêvebiriyê de bigirin.
Endamê meclisa Êlên Kurd Mistefa Gênco jî diyar kir ku projeya rêvebiriya demî nûneriya hemû pêkhateyên herêmê dike. Gênco da zanîn ku Meclisa Êlên Kurd dê ji bo serkeftina projeyê tişta bikeve ser mile wan bikin. Ûtê û Gênco bang li herdû meclisên Kurdî kirin ku bi hevre jibo serkeftina Rêvebiriya Demî têbikoşin û bi nave Desteya Bilind a Kurd biçin civîna Cenevrayê.  

 QAMIŞLO