Encamnameya Diyaloga Sûrî-Sûrî: Beşdaran her wiha bi cidiyet projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kir û wekî projeyeke girîng ku dikare Sûriyê ji aloziya heyî derxîne, bi nav kir. Û wan got, divê ev proje li tevahiya Sûriyê pêk were.

Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn, piştî xwendina encamnameyê pêr bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku divê tevahiya dagirkeriya biyanî divê li ser xaka Sûrî bê bidawî kirin, ji Efrînê heta bi Golanê û deverên ku Tirkiyeyê li Cerablus, Ezaz û Idlibê dagir kirine jî.

Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî –Sûrî pêr û pitir pêr bi beşdarbûna 148 delegeyan li Hola Newrozê ya bajarê Kobanê bi dirûşmeya ‘Ji hevpeymana civakî ya Sûrî ber bi serdema demokratîk a nû ve’ du rojan bi rê ve çû.

Piştî guftûgoyên du rojan, komxebat bi xwendina encamnameyê bi dawî. Encamname ji aliyê hevseroka MSD‘ê Emîna Umer ve hate xwendin. Di encamnameyê de xisûsên hanê derketin pêş:

“Li ser vexwendina MSD‘ê bi dirûşmeya “Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema demokratîk a nû ve” bi sedan nûnerên hêz, partî, saziyên sivîl û çalakgerên Sûriyê yên serbixwe beşdarî komxebatê bûn. Ji bo Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî li Kobanê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev delege kom bûn.

QSD hat pîroz kirin

Di komxebatê de serketinên QSD‘ê yên li dijî terorê hatin silavkirin. Beşdaran di nava du rojan de mijarên destûr û nexşerêya çareseriya Sûriyê gotûbêj kirin.

Beşdaran li hev kir li ser rêgezên bingehîn ên destûra nû ya Sûriyê ya komîteya amadekar pêşkêş kirî. Wan diyar kir ku pêwîst e destûr xak û yekîtiya Sûriyê misoger bike, pergaleke siyasî, demokratîk û Sûriyeke demokratîk û nenavendî pêk were.

Beşdaran her wiha bi cidiyet projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kir û wekî projeyeke girîng ku dikare Sûriyê ji aloziya heyî derxîne, bi nav kir. Û wan got, divê ev proje li tevahiya Sûriyê pêk were. Beşdaran diyar kir ku nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê ji girtekên destpêkê li ser bingehên siyasî pêk tê. Li ser wê dê aloziya Sûriyê li ser esasê çareseriya siyasî li gorî biryarên navneteweyî têkildar, di serî de biryara bi hejmara 2254 çareser bibe.

Li dijî dagirkeriyê mutabeqat

Beşdarên komxebatê her wiha teqez kir ku ji bilî çareseriya siyasî ku hemû aliyên opozisyonê û hêzên niştimanî yên demokratîk ên laîk bêne beşdarkirin, ti alternatîfa çareseriyê nîne. Bi vê yekê aşîtî, aramî û ewlehî li Sûriyê, herêmê û cihanê dê pêk were.

Beşdaran bang kir ku pêwîst e hemû rengên dagirkerî û hebûna kesên biyanî li ser xaka Sûriyê were bidawîkirin. Ji Efrînê heta Lîwa Skenderûn, Golana dagirkirî û tevahiya herêmên ku di demên dawî de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin jî di navê de ne. Ne ji mafê ti kesî ye li ser xaka Sûriyê tazîmat bide, yan jî beşdarî dewleteke din bike.

MSD ji bo kongreya niştimanî ya Sûrî hat erkdarkirin

Beşdaran teqez kirin ku bi armanca xurtkirin û bipêşxistina nihêrîna opozisyona Sûriyê divê rêzediyalogên Sûrî werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Meclisa Sûriyeya Demokratîk veguhere navenda balkişandineke neteweyî û demokratîk ku yekrêziya opozisyona Sûriyê ava bike, xeta danûstandinên ji bo veguhertina ber bi demokrasiyeke radîkal ve bi rê ve bibe. Beşdaran got, MSD û Komîteya Şopandina ji bo berfirhekirina danûstandinan bi her aliyên Sûrî, Erebî, herêmî û cihanê erkedar kirin da ku kongreyeke niştimanî Sûrî giştî were lidarxistin.”

Şertên dîyalogê

Di metna ku ku komîteya amadekar dayî komxebatê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî weke model ji bo sîstema nenavendî û demokratîk a ji bo Sûrî hatibû nîşan dan û di nav xisûsên sereke ji bo diyalogeke bi rejîmê re jî, qebûlkirina itîrafkirina bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û QSD´ê jî weke şert hatibûn rêzkirin.

 

KOBANÊ