Beriya demekê komek ji rewşenbîr, çalakvan û siyasetmedarên Sûriyeyê bangek ji bo QSD’ê û “Artêşa Azad“ belav kirin û ji bo avakirina hevkarî û hêzeke yekgirtî ya Şoreşa Sûriyeyê dengê xwe bilind kirin. Di vê bangê de doz li QSD û Artêşa Azad (an şûnmayên wê) hate kirin ku ew bi hev re yekîtiyekê saz bikin û li ser bingeha parastina milet û xaka Sûriyeyê tevbigerin. Mirov dikare vê bangê wek bangeke niştimanperwer ku ji aliyê kesên dilêş ên ku dixwazin Sûriyeyê ji vî şerê navxweyî xelas bibe, derketî ye.
QSD ev bang êrînî nirxand û diyar kir, ku eger komên eskerî yên muxalefeta Şamê ji bo berjewendiyên welat û gel bixebitin û têkilya xwe bi hêzên herêmî yên neyarên Sûriyeyê û gelên wê qut bikin, pirensîbên hevjiyan, demokrasî, mafê jinê û cihêrengiyê nas bikin, ew dikarin bi hev re yekîtiyekê ava bikin û li dijî hemû metrisyan welat û gel biparêzin. Lê gelo bersiva van komên çekdar ên hîna navê “Artêşa Azad“ li xwe dikin, çi bû? Li ser navê efserekî ku xwe mîna berdevekê vê artêşê dide nasîn, daxuyaniyek hat. Di vê daxuyaniyê de dijminatiya van kesan/koman li dijî gelê Kurd û QSD aşkere diyar dibe. Efserê bi navê Ehmed Berî, ji QSD xwest ku ew alên xwe û sembolên Kurdî deyne aliyekî, li gorî îradeya dewleta Tirk tevbigere û federaliyê ji bîr bike!
Bersiva qaşo “Artêşa Azad“ li ser vê bangê, te dibêje qey bersiva MIT a Tirk e! Hemû xal yên ku dewleta Tirk ji Rojava û Kurdan dixwaze, tê de diyar bûn. Ev nîşana wê yekê ye, ku êdî ev kom bûne alavek di destê dewleta Tirk de ji bo şerê li dijî Kurdan, Rojava û QSD’ê. Li gel van komên çete tu hêzek demokrat û niştîmanperwer nikare kar bike. Divê berovajî hewldanên sazkirina têkiliyan bi van komên çete re, banga ji aliyê rewşenbîrên Sûriyeyê li ser bingeheke din be, ew jî teşhîrkirina van koman di nava civakê û doz li ciwanên ku di nava wan de cih digrin, ku di zûtirîn dem de çekên çetetiyê deynin û beşdarî nava refên QSD’ê bibin.
Jixwe di van rojên derbasbûyî de bi dehan şervanên “Mertala Firatê“ çek danîn û hatin nava refê QSD’ê. Wan lêborîna xwe xwest û diyar kirin, ku êdî ev hêz bûye alavek erzan di destê MIT a Tirkiyeyê û bi riya wê AKP’ê siyaseta xwe ya qirêj û lidij berjewendiyên gelên Sûriyeyê dimeşîne. Projeya QSD û Fedraliya Bakurê Sûriyeyê her ku diçe berfireh dibe û ji bo tevahiya beşên din yên Sûriyeyê dibe hêvî û alternatîf. Di vê dema dawî de hin gotar û şîrove ji aliyê hin nivîskar û rewşenbîrên Sûriyeyê derketin, ku tê de eşker dikin ku tu şoreş li Sûriyeyê nemaye û êdî şer di navbera komên çete/cîhadîst û rejîma Esed/Rûsya û Îranê de ye. Lê ew dibêjin tenê QSD îro dikare nûnerayetiya şoreşa rasteqîn ya gelên Sûriyeyê bike. Li gorî wan QSD tenê ji bo Sûriyeyê û azadkirina mirov û xakê xebatê dike. Gelo ev gotin semîmî ne an jî tenê hewledanin ku ev kes dixwazin bi riya wan QSD ji bo xwe bikar bînin û wê bikşînin nava şerê navxuyî yê ku niha li Sûriyeyê diqewime?
Wek tê zanîn piraniya hêzên muxalefeta Şamê forma fedraliyê red dikin û mafên Kurdan tenê di çarçoveya “mafên çandî“ de dibînin. Hemû hêzên muxalefetê li ser vê nerînê xwedî heman fikir û helwest in. Ji vê yekê zêdetir jî, ew qaşo “hesasiyeta“ dewleta Tirk li ber bi çav digrin û xwe mîna nûnerên pêkhateya Ereb a Fedraliya Bakurê Sûriyeyê didin nasîn!
Li Kantonên Bakurê Sûriyeyê ev serê 6 sala ye ku tecrubeyek rêvbebirin û parastinê ya nû dimeşe. Kurd, Ereb, û Sûriyanî mil bi mil rêveberiya heremên xwe dikin û di nava QSD de van hereman li dijî DAIŞ û çeteyên din diparêzin. Ji bo van hereman bi hezarên şehîdan dane. Li Bakurê Sûriyeyê/Rojava demokrasî, mafê jinê û pirçandî û pirzimanî heye. Ev yek ji bo gelê Sûriyeyê û hêzên muxalefetê tiştekî nû ye. Ew cihêrengiyê û formên xweser nas nakin. Ew li ser hizra navendî û yeknasname û yekziman perwerde bûne. Lewma têgihiştna rastiya tecrubeya Rojava û bi hev re jiyana Kurd, Ereb û Suryaniyan ji bo wan zehmet e. Ew her weha zû vê tecrubeyê qebûl nakin û pêşveçûna wê ya siyasî û eskerî wek xeter li ser xwe dibînin.
Li dijî vê helwesta navendê, divê yekîtiya navxweyî ya Rojava xurt bibe. Divê beşdariya pêkhateyan di nava sîstema fedraliyê de zêdetir bi hizûr û gewde bibe. Wek mîna çawa niha bi hezaran ciwanên Ereb tevî nava refên QSD’ê dibin, divê wiha nasnamyeke Rojavayî bê avakirin. Hemû Ereb û Suriyanî jî xwe di nava vê nasnameyê de bibînin. Divê Ereb û Sûriyanî ji Kurdan zêdetir Rojava û QSD’ê biparêzin û qet qebûl nekin ku ew carek din ji aliyê navendê bêtin bikaranîn. Navend dixwaze hemû xêr û berketa Rojava talan bike û ji bo avakirina xwe bikar bîne. Divê petrol û çandiniya Rojava ji bo Rojava û gelê wê bin.
Îro roj cudahiyek fikirî ya mezin di navbera gelên Rojava û navendê de peyda bûye. Bi saya ramanên Abdulah Ocalan yên biratiya gelan û neteweya demokratîk, îro gelên Rojava heremek azad û hêzek eskerî ya ku bûye hevkarê koalîsyona navnetewî li dijî terorê avakirine. Gelên Rojava hev parastin û ji bo pêkanîna hêzên derve nebûn komên kirêkirî. Li ser bingeha nijad, ol û mezhebê hev nekuştin. Berovajî vê yekê, hev parastin û nasname û mafên hev qebûl kirin.
Divê tecrubeya Rojava û QSD ji bo beşên din yên Sûriyeyê bibe mînak û forma fedraliyê bê erêkirin. Qet nabe ku navend dîsa bi wê hizra xwe ya totalîter û nijadperestane Rojava bikşîne nava xwe an li Rojava bibe xwedî desthilatdar û biryar. Erebên Rojava jî beşek ji rêveberî û desthilatdariyê ne û xwedî ked û şehîd in û qet qebûlnakin ku ew ji aliyê navendê bêtin bikaranîn. Ew nasnameya xwe ya Rojava di ser nasnameyên din re digrin.
Lê Rojava û QSD amede ne beşên din yên Sûriyeyê perwedeyî hizra bihevrejiyan, hevdûqebûlkirin, mafên jinê û demokrasiyê bikin. Jixwe her kom an kesê ku dev ji xizmeta dewleta tirk berde dê cihê xwe di nava sîstema Rojava û QSD’ê de bibînine. Rojava û QSD ji bo Sûriyeyê şensekî mezinin…