Radoyoya Rojava FM di 1’ê Nîsana 2013’an de li gundê Qereçox ê herêma Koçerat a girêdayî bajarê Dêrikê dest bi weşanê kir. Radyoya ku li ser pêla 89.4 FM weşanê dike, li herêmên Dêrik, Girkê Legê, Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Hol, Nisêbîn a Bakurê Kurdistnê û Zaxo ya Başûrê Kurdistanê tê guhdarîkirin. Li Radoyoyê 7 kes dixebitin, lê li hemû deverên Kantona Cizîrê nûçegihanên wê hene.
Radyo rojane 16 seatan weşanê dike û bernameyên siyasî, civakî, çandî, jin, ciwan û zarokan bi zimanê Kurdî û Erebî weşanê dike. Saetê carekê sernûçeyan û di seatên diyar de jî bi berfirehî nûçeyan dide.
Dixwazin bibin dengê şoreşê
Ji bo ku dengê gel jî ragihîne û xwe bigihîne hemû beşên civakê, bermaneyeke zindî diweşîne û bi rêya telefonan nêrîn, pêşniyaz û rexneyên gel ên derbarê mijarên cuda de digire.
Radyo li ser berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê jî bernameyek bi navê “Parazvanên Welat” çêdike.
Rêveberê Radyoya Rojava FM Rojhat Cûdî diyar kir ku ew hewl didin xwe bigihînin hemû pêkhateyan û bibin dengê Şoreşa Rojava.
Cûdî destnîşan kir di sala 4’an a radyoyê de ew amadekariyên bernameyên nû yên li ser hemû mijaran dikin.
Rêvebera Radyoyê, Diljîn Zana jî diyar kir ku ew ê hewl bidin dengê berxwedana jinan ku pêşengtiya şoreşa Rojava dikin, ragihînin.