Rojava FM: Bi rêya bernameyên xwe yên çandî, civakî, jin, siyaset û gelek bernameyên din jî em dixwazin gelê xwe, nexasim jî jin û ciwanan perwerde bikin. Me erka guhertina zêhniyeta jin û ciwanan daye ser milên xwe. Em hewl didin ku civakê vegerînin li cewherê wê yê rast.
SORGUL ŞÊXO / RONÎDA HACÎ / JINNEWS / HESEKÊ
Kanala Radyoyê Rojava FM, yek ji dengên Şoreşa Rojava yên sereke bû. Lê belê beriya bi du salan, 25’ê Nîsana 2017’an dewleta Tirk bi balafirên şer êrişî Çiyayê Qerecoxê kir û studyo û antenên Rojava FM´ê jî kirin hedef. Radyoya Rojava FM´ê weşanên xwe ranewestandin û îro jî weşanên xwe dewam dike. Xebatkarên jin ên Radyoyê dibêjin: “Planên dewleta Tirk têk çûn û dengê heqîqetê bi ser ket.”
Bi boneya dûyemîn salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Çiyayê Qereçoxê ku di encamê de endamên navenda Ragihandina YPG’ê jî di nav de, 20 Şervanên YPJ/YPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Di heman demê de avahiya Radyoya Rojava FM´ê hilweşiya. Têkildarî mijarê xebatkarên Radyoya Rojava FM axivîn.
Dengê rastî û heqîqetê
Xebatkara Radyoya Rojava FM´ê Hêvî Dewrîş, armanca hedefgirtina Radyoyê wiha dinirxîne: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên hovane, xwest Radyoya Rojava ya deng û çavê gel û şervanan, kerr û kor bike. Rast e, me bernameyên civakî, çandî, hunerî, leşkerî û siyasî pêşkêş dikirin, di heman demê de jî me gelê xwe perwerde dikir. Radyo ne tenê dibe dengê gel û şervanan, di heman demê de dibe dengê rastî û heqîqetê jî.”
Armanc çar parçeyên Kurdistanê ye
Hêvî dibêje, armanca Tirkiyeyê pêk nehatiye û wiha dewam dike: “Dewleta Tirk dixwaze dengê rastiyê li ku derê be, wê hedef bigire. Rast e, Radyo hedef girtin, avahî hilweşiya û şehîd jî çêbûn, lê me erka pêkanîna xeyalên şehîdên ragihandinê û hevrêyên me Şîlan Kobanê, Rêwan û Heqî, da ser milê xwe û niha em hewl didin ku weşana xwe bighînin çar parçeyên Kurdistanê.”
Ne yek lê li ser 3 pêlan
Hêvî derbarê bernameyên Radyoyê de jî wiha dipeyive: “Weşana Radyo Rojava FM´ê li Çiyayê Qereçox û Çiyayê Kizwanan li ser 3 pêlan 89.4, 96.5 û 104.2, dewam dike. Li ser Nîl Sat û malpera Facebookê bi rengekî fermî û zindî weşanê dike. Bi rêya bernameyên xwe yên çandî, civakî, jin, siyaset û gelek bernameyên din jî em dixwazin gelê xwe, nexasim jî jin û ciwanan perwerde bikin. Me erka guhertina zêhniyeta jin û ciwanan daye ser milên xwe. Em hewl didin ku civakê vegerînin li cewherê wê yê rast û wê ji zêhniyeta kapîtalîzmê rizgar bikin.”
Rojava FM çavkaniya hêzê ye
Xebatkareke din a radyoyê, Diljîn Eşref jî dibêje, “Dewleta Tirk xwest ku peyamekê bide me û bibêje, dengê heqîqetê li ku be, ez ê wî hedef bigirim. Em jî bi helwêsteke xurt peyamekê didin wê û dibêjin, ti kes nikare dengê rastiyê bibirre, Radyoya Rojava FM çavkaniya hêz û perwerdekirinê ye. Dijmin nikarîbû yekîtiya me têk bibe, armanc pêk nehat û me têkoşîna xwe dewam kir û dîsa piştî sal û nîvekê dest bi weşanê kir û dengê xwe gihand gel û şervanên xwe.”
Ji bo rastiya xwe veşêre êriş dike
Diljîn hedefgirtina Radyoya Rojava FM´ê wiha dinirxîne: “Bi têkoşîn û mîrasekê rojnemevan, nûçegîhan û sazî û dezgehên çapemeniyê rojnemevaniya Kurdî gihandin vê astê û vê rojê. Dewleta Tirk her dem sazî û dezgehên çapemeniyê hedef girtin û dixwaze rastiya wê ya hovane li ber civak û cihanê dernexin ber çavan. Hedefgirtina Radyoya Rojava jî bi wê armancê bû. Çiqasî êriş bike jî nikare çavê civakê li rastiyên xwe bigire û kor bike.”
Diljîn û Hêvî jî sersaxî ji malbatên berxwedêran, nexasim jî ji malbatên berxwedêrên Ragihandina YPG/YPJ’ê dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe tînin: “Em ê bi dilsozî û armanceke xurt bibin deng û çavê şehîdên xwe û xeyalên wan pêk bînin. Em ê bibin şopdarê dengê rastî û heqîqeta gelê xwe.”