Kurdan zora DAIŞ´ê bir, û DAIŞ tehlûkeyeke faşîst a global bû. Wan sîstemek ava kir li ser wekheviyê, û jin di hemû astên rêveberiyê de misoger cihê xwe weke hevserok digirin.

ALADDÎN SINAYÎC / BRIGHTON

Di konferansa salane ya Partiya Karker (Labour Party) ya Ingilistanê de peyama piştgiriya bi Kurdan re hat dayîn, dagirkeriya dewleta Tirk hat rûreşkirin û Şoreşa Rojava weke hêviya nifşê nû hat binavkirin. Parlamenterê Partiya Karker Lloyd Russell-Moyle got, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê di kitêbên dîrokê de cihê xwe bigire.

Partiya Karker konferansa xwe îsal di navbera 21 û 25´ê Îlonê de li bajarê Ingilîstanê Brightonê kir. Bi konferansê re civîneke bi sernavê “Li Tirkiyeyê berxwedan li dijî dîktatoriyê, li Sûriyê avakirina alternatîfa demokratîk û rola Kurdan a divê yekê de” hat lidarxistin. Di civînê de dagirkerî û gefxwarina Tirkiyeyê bi tundî hat rexnekirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin, da ku zend û bendan bade.

Di vê civînê de parlamenterê Partiya Karker Lloyd Russell-Moyle, endama Kamaraya Lordan Maurice Glassman, parlamenterê Sinn Feinê Mickey Brady, Dîrektorê Navneteweyî yê sendîkaya UNITEê Simon Dubbins, Parlamentera Parlamena Ewrûpayê Julie Ward, çalakgera Tevgera Jinê ya Kurd Elîf Sarican û parlamenterê berê yê HDP´ê Osman Baydemir weke qiseker beşdar bûn.

Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bikeve kitêbên dîrokê

Parlamenter Lloyd Russell-Moyle hîna nû bi heyetekê re çûbû Rojava û behsa tiştên wî dîtî kir. Wî sîstema li Rojava weke hêviyeke global bi nav kir, got, ew mîna şoreşa li Barcelona ya dema şerê navxweyî yê Spanyayê, hêviyeke global e. Wî got, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bikeve kitêbên dîrokê. Paşê ew wiha peyivî: “Wan zora DAIŞ´ê bir, û DAIŞ tehlûkeyeke faşîst a global bû. Wan sîstemek ava kir li ser wekheviyê, û jin di hemû astên rêveberiyê de misoger cihê xwe weke hevserok digirin.”

Russell-Moyle wekî din banga piştgiriya bi Rojava re kir û êrişên daimî yên dewleta Tirk jî rûreş kirin.

Gefxwarinên dagirkeriyê mirovan ditirsînin

Parlamenterê Sinn Feinê Mickey Brady jî got, dewleta Tirk gefên dagirkirinê li Rojava dixwe, û ev jî mirovan ditirsîne. Wî banga berxwedana li dijî vê li raya giştî ya navneteweyî kir. Wî got, “Li Rojava şoreşa demokratîk a gelan çêbû. Divê raya giştî ya navneteweyî li dijî van gefxwarinên dewleta Tirk hestyar be û li berê rabe. Em weke miletê Îrlandî û Sinn Feinê, em ê her li cem gelê Rojava bin.”

Endamê Kamaraya Lordan, Lord Maurice Glassman jî di heyeta çûyî Rojava de bû. Wî jî got, li Rojava gelê Kurd tevî komên din ên etnîk xwerêveberiya xwe çêkir û civak û federasyoneke demokratîk ava dikin.

Konferansa îsal a Partiya Karker hemû mijarên sereke yên Ingilîstanê minaqeşe kirin û weke konferansa amadekariya ji bo desthilatê jî tê şirovekirin.