Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên girtiyên azadiyê li girtîgehên dewleta Tirk dewam dikin. LI Komanê ciwan meşiyan heta bi komê greva birçîbûnê ya piştgiriyê û oi Efrînê jî ji bo destekê çalakiya greva birçîbûnê ya piştgiriyê hebû. 

Ciwan li Kobanê ji bo şermezar kirina siyasetên faşîst ên hikûmeta AKP’ê ku li dijî girtiyên siyasî û parlamenterên Bakurê Kurdistanê pêk tên, meşiyan. Ciwanan got, ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriya çalakvanên gireva birçîbûnê bikin.

Bi dehan ciwanên kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina siyasetên Hikûmeta AKP’ê ya li dijî girtiyên siyasî bi diruşmeya “Bi rihê berxwedana Imraliyê em ê berxwedanê mezin bikin û berxwedana girtîgehan silav bikin” meşiyan. Ciwanan di meşa xwe de destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe pişgiriya berxwedana girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bikin.

Ciwanan ji taxa Mektele ya li rojhilatê bajarê Kobanê dest bi meşê kir û berê xwe da konê greva birçîbûnê yê li gundê Şêranê. Ciwanê bi navê Şoreş Ehmed ku tevlî meşê bû, got, “Divê dewleta Tirk baş bizane ku bi van kiryarên xwe ew ê nikaribe vîna gelê Kurd bişikîne. Berovajî vê yekê israr û îradeya wan ya berxwedanê wê zêde bike.”

Ciwana bi navê Bîter Elî jî got, armanca wan a sereke pişgiriya girtiyên siyasî ye ku ev 54 (îro 55) roj in di greva birçîbûnê de ne. Bîter Elî her wiha got, ew ê bi hemû hêza xwe pişgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê jî bikin.

Jina ciwan a bi navê Cemîla Hesen jî got, ew bi hemû hêza xwe pişgiriya berxwedana girtiyan û di heman demê de pişgiriya hemleya NA´yê dikin ya di referandûma guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê de.Cemîla Hesen wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dawiya Erdogan nêzîk bû ye. Gelê Kurd heta xilas nebe û ji zulmê rizgar nebe, dê berxwedana xwe ranewestîne.”

Ciwan ji aliyê çalakvanên gireva birçîbûnê bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. 

Li Efrînê Çalakiya greva birçîbûnê ya piştgiriyê

Li Efrînê Endamên PYD`ê, TEV-DEM`ê, Kongreya Star li navçeya Bilbilê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna girtiyên gireva birçîbûnê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir.

Li navçeya Bilbilê bi dehan endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û endamên Kongreya Star li navenda TEV-DEM`ê ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna girtiyên greva birçîbûne ku ketine roja 55`an de dest bi greva birçîbûne kirin.

Çalakiya gireva birçîbûne bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Paşê Rêveberiya Kongreya Star a naveçeya Bilbilê Raperîn Nûr Heq axivî. Raperîn Nûr Heq di despêka gotinên xwe de polîtîka hikûmeta Tirkiyê il hemberî girtiyên siyasî şermezar kir û wiha pê de çû: ʺ Em bi vê çalakiya xwe ya gireva birçîbûne destek didin girtiyên siyasî. Heta ew serbest werin berdan û daxwazên wan pêk werin destekdayîna me wê ji wan re bi çalakiyan dewam bike.ʺ

Çalakiya greva birçîbûne bi axaftin û dirûşmeyên berxwedana girtiyan heta saet 16:00´an dewam kir. 


 KOBANÊ / EFRÎN